Mamosteyên Tebqayê ji bo şêwazê dersdayînê û xurtkirina astan hatin perwerdekirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê di çarçoveya amadekariyên sala xwendinê ya nû de, perwerdeya mamosteyan û kadroyên perwerdê yên li bajêr bi dawî kir.

Mamosteyên Tebqayê ji bo şêwazê dersdayînê û xurtkirina astan hatin perwerdekirin
21 hezîran, 2021   12:44
TEBQA

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo amedekirina mamoste û kadroyên perwerdê yên Tebqayê dewreyek perwerdeyê bi navê Şehîd Kados Qamişlo vekir.dewereya ku 15 rojan dirêj kir, îro bi dawî bû.

Hezar û 600 mamoste ji tevahî biranşên xwendinê bi armanca xurtkirina asta wan a zanistî û bikaranîna rêbazên dersdayînê yên nû, tev li perwerdeyê bûn.

Her wiha cara yekem e ku waneyên bi zimanê kurdî ji 8 mamosteyên Kurd re ji aliyê pisporan ve hat dayîn.

Rêveberiya waneyên zimanê erebî Silêman El-Silêman diyar kir ku ji bo asta mamosteyan a zanistî û têgihîştina wan di vê perwerdeyê de were zanîn, di dawiya dewreya perwerdê ezmûnek ji wan re hate çêkirin.

mamosteya zimanê kurdî Rûken Hemê da zanîn ku 8 mamosteyên Kurd cara yekem perwerdeya zimanê kurdî dîtin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1zwd4Nn3OhU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>