Dayîka Hevrîn peyamek da dayika Deniz: Bi hezaran Hevrîn û Denîz wê werin

Dayîka Hevrîn Xelef Sûad Mistefa sersaxî ji malbata Denîz Poyraz re xwest û peyamek ji dayîka wê re şand û got: “Bila vê yekê baş bizanibin, Hevrînek û Denîzek ji nav me çûn wê bi hezaran Hevrîn û Denîz rabin li dijî wan serî hildin û mafê xwe biparêzin.”

Dayîka Hevrîn peyamek da dayika Deniz: Bi hezaran Hevrîn û Denîz wê werin
21 hezîran, 2021   01:47
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Di 17 vê mehê de ji aliyê kûjer û çeteyê bi navê Onur Gencer ve xebatkera HDP’ê Denîz Poyraz di avahiya partiyê de li Îzmîrê hate qetilkirin. Kûjer piştî qetilkirina Denîz Poyraz wêneyê wê yê di nav xwînê de li ser profila xwe ya whatsapê parve kir. Li dijî vê bûyerê dayika Denîz Poyraz bang kiribû û gotibû:“Denîzek çû wê bi hezaran Denîz werin.”

Vê banga Fehîma Poyraz beriya 3 salan dayika Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Şehîd Hevrîn Xelef ku li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû qetilkirin, Sûad Mistefa di merasîma keça xwe de kiribû û gotibû; “Wê bi hezaran Hevrîn werin.”

Gelek xalên hevbeş yên biêş û di heman demê de helwestên têkoşerî, berxwedanî û lehengiyê hene ku wan her du dayîkan tînin cem hev. Her çiqas sînor di navbera axa Kurdistanê de hatibe dayîn jî dayîka Hevrîn Sûad Mistefa ji bajarê Dêrikê sersaxî ji Fehîma Poyraz re xwest û got: “Em kela dilê te hêrsa te ya li hemberî dijmin hîs dikin, lê ruxmî wê êşê jî em bi zarokên xwe serbilind in.”

`BI ZILMÊ NEFRETA ME HÎN ZÊDETIR XURT DIBE`

Heman kujerên ku Hevrîn Xelef qetil kir Denîz Poyraz jî qetil kir. Dijminên jinan, piyonên îktîdara faşîst ya AKP/MHP ye. Li dijî van sûcên dagikeran Sûad Mistefa bi serbilindî anî ziman ku ev zilm nefreta wan ji bo dijminên Kurdistanê mezintirîn dike û got: “Em bi her awayî qetilkirina jinan şermezar dikin. Bi qetilkirin, binçavkirin û girtina jinan re hîn nefreta jinan xurtir û zêdetir dibe. Di hundirê partiyê de bi 6 guleyan hate qetilkirin. Di şexsê hevala Denîz de mirovahî tune kirin. Ji ber wê jî em bang li mafê mirovan dikin ku êdî helwesta xwe zelal bikin. Ger wiha bêdeng bimînin tê wê wateyê ku hûn jî şirîk in.”

`ÊDÎ HELWESTÊN DAYIKAN BIBÎNIN`

Denîz Poyraz beriya bê qetilkirin li ser maseya wê xwarina nîvî ma. Hevrîn Xelef jî dema hate qetilkirin nivîsa di destê wê de nîvî ma. Jinên têkoşêr û azadîxwaz ji bo xeyalên wan pêk bînin û hêrsa li dijî dagirkeran diyar bikin ev çend roj in di nav çalakiyan de ne. Der barê qetilkirina jinan ji aliyê dewleta Tirk ve heya niha tu saziyên mafê mirovan helwest raber nekirine. Sûad Mistefa ev bêdengiya saziyan şermezar kir û got: “Hevrîn û Denîz guleyek jî neavetibûn dewleta Tirk. Mafê mirovan qaşo dibejin hemû derî ji siyasetmedaran re vekirine. Lê mixabin her du siyasetmedar di deriyê aşitiyê ku tê re dimeşiyan hatin qetil kirin. Êdî helwestên dayîkan bibînin. Guh û çavên xwe vekin êdî bes e bila kezeba dayîkan neşewite.”

`WÊ BI HEZARAN HEVRÎN Û DENÎZ RABIN LI DIJÎ WAN SERÎ HILDIN`

Sûad Mistefa bi hevokê `Hevrînek û Denîzek ji nav me çûn wê bi hezaran Hevrîn û Denîz bên` asta domandina têkoşînê tîne ser ziman. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dagirker jinan wekî mertal li pêşiya xwe dibînin û difikirin ku ger jinên têkoşer tune bikin wê vîna wan jî tune bikin. Ji ber wê yekê êrişî jinên pêşeng dikin. Berê digotin `jin dara şikestî ye` ango ne temam e, lê niha dibêjin şêr şêr e çi jinê çi mêr e, ji ber ku hêza jinan dîtin. Jinan niha  heqîqet û rastiya xwe û ya dijmin baş nas kiriye, ji bo wê dê tu carî serî li hember êrişên dijmin netewîne. Erê Hevrînek û Denîzek ji nav me çûn, lê bila bizanibin ku wê bi hezaran Hevrîn û Denîz rabin û li dijî wan serî hildin û  ji bo mafê xwe têbikoşîn.”

`DAYIKA DENÎZ, EZ JÎ DAYIKA HEVRÎN IM, SERÊ ME WÊ HER BILIND BE`

Sûad Mistefa bi rêya ajansa me peyama sersaxiyê ji Fehîme Poyraz dayîka Denîz Poyraz şand û got: “Dayîka Denîz bila serê te,  yê malbatên şehîdan û bi taybet yên jinên Kurd yên aştîxwaz û têkoşer sax be. Xwedî wê helwesta xwe ya hêja be. Ez wê kela dilê te û hêrsa te ya li hemberî dijmin baş hîs dikim, lê bila serê me bi zarokên me bilind be. Dayîka Denîz, ez jî dayîka Hevrîn Xelef im. Qatil û kujerê Hevrîn û Denîz heman kes û çete ne. Dijminê wan yek dijmin e. Serê xwe bilind hilde, divê li dijî Erdoganê faşîst her tim serê me bilind be. Zarokên me tiştekî xirab nekirine heya ku em serê xwe daxînin.  Em ê heya dawî rê û doza zarokên xwe û hemû şehîdên Kurdistanê bişopînin.

Ger mirov tiştekî mezin bixwaze, berdela wê jî wê giran be. Dema ku em biratiya gelan û azadiyê dixwazin hewl didin bigihêjin azadiyê wê berdela wê jî xwîna kesên giranbuha yên weke Hevrîn Xelef û Denîz Poyraz be.”

`WÊ DEMEK WERE ERDOGAN DI NAVA XWÎNA ŞEHÎDÊN ME DE BIFETISE`

Sûad Mistefa bang li dayîkên Tirk kir ku bila herin cem Erdogan û got: “Ji bo bidawîkirina vê xwînê bila dayikên Tirkan ji Erdogan re bibêjin êdî bes e. Êdî bes e ji qetilkirina jinan, malxirabkirin û talanê re. Ew jî dayîk in û kezeba wan jî dişewite. Bila tu dayîk êdî nebêje ax kezeb. Xwîn bi xwînê nayê şuştin û sekinandin. Encex em bi yekîtiyê, aşitiyê û azadiya welatan xeyalên zarokên xwe bi cih bînin û em biçin ser gora wan û bibêjin`Xwîna we li erdê nema, tola we hat hildan`.  Erdogan êdî destê xwe ji vê xwînê bikşîne. Wê demek were tu yê di nava xwîna şehîdên me de bifetisî.”

ANHA    

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KzK7N1w0zKo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>