Kombûna Jinên Zenûbiya xwestin ku qatilên Denîz Poyraz werin cezakirin

Kombûna Jinên Zenûbiya li Tebqayê û gundewarê wê bi daxuyaniyekê qetilkirina endama HDP`ê Denîz Poyraz şermezar kir û xwestin ku qatil werin muhasebekirin.

Kombûna Jinên Zenûbiya xwestin ku qatilên Denîz Poyraz werin cezakirin
20 hezîran, 2021   15:38
TEBQA

Bi dehan endamên Kombûna Jinên Zenûbiya yên Tebqa û gundewarên wê hatin bav hev û bi daxuyaniyekê êrişa li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û qetilkirina endama wê Denîz Poyraz şermezar kirin.

Endama Rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqayê Semîra El-Heneş daxuyanî xwend û got:

"AKP`ê di pêkanîna sûcên hovane de bi israr e, tevahiya kesên gefan li hebûna wê dixwe dike armanc. Em dibînin ku hewl dide çi kesên li hundirê Tirkiyê û derveyî wê yên ku dijbertiya wê dikin qir bike.

Şehîdxistina şehîd Hevrîn Xelef hîn jî di bîra me de ye û tîne bîra me  ku dê ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve gelek sûcên din li dijî jinan hebin. Îro em dibin şahidên dûbarebûna sînaryoyên qetilkirinên sîstematîk ên ku şehîd Denîz Poyraz kirin armanc. Çekdaran di 17`ê Hezîranê de êrişî nivîsgeha HDP`ê kir û Denîz Poyraz qetil kir.

Ev sûcê nemerd ji me û tevahî cîhanê re wateya ku mirov li welatekî ku ji aliyê qanûnên dîktatorên serdemê ve tê hikum kirin, li azadî û edaletê digere, diyar dike. Şehîdxistina Denîz ne tesaduf e, ji ber ku dewleta Tirk ji ber vê jinan dike hedef û hewl de têkoşîna wan asteng bike.

Bi navê Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqa û Gundewarê wê vê sûcê hovane ya li dijî jina berxwedar û têkoşer ku serî ji vê faşîzmê re netewand şermezar dikin, her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku hesab ji sûcdarên vê sûcê bixwazin, bêdengiya wan a domdar rê li pêşiya pêkanîna sûcên din jî vedike.

Di heman demê de em piştgiriya xwe ya ji hevrêyên xwe yên têkoşer ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re nîşan didin, ji ber ku li dijî faşîzmê disekinin û soz didin wan ku em ê şopdarên rêya wan bin."

Kombûna Jinên Zenûbiya 1`ê Hezîranê Kongreyê Damezrîner ê Yekemîn li bajarê Reqayê li dar xist.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sswHRR2LIfs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>