Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan têkildarî 20'ê Hezîranê daxuyanî da

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Tebqayê bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê daxuyanî da û bang li aliyên têkildarî kir ku berpirsyartiyên xwe li hemberî koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bînin.

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan têkildarî 20'ê Hezîranê daxuyanî da
20 hezîran, 2021   17:22
TEBQA

Daxuyanî li kampa Mehmûdî ya koçberan bi beşdarbûna endamên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Tebqayê hate xwendin. Endama navendê Fethiya El-Deham daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî û dewletên ku peymana sala 1951'an a taybet bi rewşa penaberan îmze kirine bi diyarkirina vê rojê re  ji bo alîkariya bi koçberan re di serkeftinê de kar dikin ne ku ji bo xilaskirina wan ji şer û aloziyan tenê kar dike. Her wiha hate diyarkirin ku ji ber alozî û şerê ku ji sala 2011'an ve li Sûriyê rû dide bi milyonan mirov ji warê xwe koçber û penaber bûn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Li gorî axaftinên Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres; aloziya Sûriyê ne ya herî kirêt e, lê belê ya herî xetere ye ku bandorên wê yên neyinî dighêjin tevahî dewletên herêmê. Li gorî daneyan, hejmara sûriyên ku penaberî dewletên derdorê bûne derdora 2 milyon kes in, ji sedî 75 jin û zarok in.

1.1 milyon mirov sînorên navneteweyî derbas kirin û berî da dewletên Ewropayê, her wiha zêdetirî 7 milyon sûrî koçberî herêmên din ên Sûriyê bûn. Li gorî nûnera taybet a Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan UNHCR Angelina Jolie, nîvê niştecihên Sûriyê derveyî malên xwe ne, li kampên koçberiyê ne, hin ji wan bê spartgeh mane û li pêşberî xeteriyên tenduristî, civak û dirûnî re rû bi rû mane ku di encamê de gelan jiyana xwe ji dest dane, bi taybet jin û zarok."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa kampên li Sûriyê û wiha hate domandin: "Bi hezaran kampên koçberên Sûriyê hene ku bi hezaran koçber têne de hene. Koçer di mercên pir zehmet de ne. Heger em karibin koçber û penaberan bijmêrin em nikarin azarên wan wesif bikin. Ji ber ku derfetên jiyaneke bi rûmet gelek kêm in, di nava xizantî, nexweşî, kêmbûna av û xwarinê de ne, ji mafên ku di qanûnên navneteweyî de hatine diyarkirin, bi taybet Ragihandina Mafên Mirovan a Cîhanê, peymanên taybet ên rewşa penaberan a sala 1951'an û pirotokolên wê yên sala 1967'an, bê par in."

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan di dawiya daxuyaniyê de bang kir: "Ji vî cihî divê em dengê xwe bilind bikin da ku bighêjin aliyên têkildarî ên rêxistinên xwecihî, herêmê û navneteweyî, bi taybet rêxistinên têkildarî kar û barên penaberan, di serî de Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan û Neteweyên Yekbûyî dikin ku berpirsyartiyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bînin, nemaze ku ambargoli ser herêmê hatiye ferzkirin, azarên koçberan bi dawî bikin û destekê pêşkêşî wan bikin."

ANHA