Kongreya HRRK’ê li Qamişloyê li dar ket

Bi dirûşma “Kanî zuha dibin, şaxên zeytûnê ji ber bendwariyê zuha dibin… em ê vegerin” îro 7`emîn Kongreya Yekitiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê (HRRK) dest pê kir.

Kongreya HRRK’ê li Qamişloyê li dar ket
18 hezîran, 2021   11:59
QAMIŞLO

Kongre li Hola Zana ya Qamişloyê bi beşdarbûna nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedarên herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket.

Yekitiya Rewşenbîran a Rojavayê Kuristanê wek însiyatîfeke çandî ya komeke rewşenbîrên Kurd ên li derve bi armanca komkirina rewşenbîran piştî serhildana li Qamişloyê, sala 2004`an ava bû.

Kongre bi pêşkêşkirina berhemên hunerî dest pê kir. Piştre Danîş Botan axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir û got: “Divê her kes ji bo belavkirina çandê kar bike ku dijmin hewl didin wê tune bikin.”

Botan bang li hemû hunermend, rewşenbîr û nivîskaran kir ku têkoşînê mezin bikin û wiha domand: “Em di pêvajoyeke gelek dijwar re derbas dibin. Divê her kes têkoşînê mezin bike da ku rê li pêşiya şerê birakujiyê li Başûrê Kurdistanê bigire.”

Botan da xuyakirin ku şerê birakujiyê tenê berjewendiyên Erdogan û dijminên gelê Kurd pêk tîne. Botan bang kir ku divê rê li pêşiya vî şerî were girtin.

Serokê Yekitiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê Welîd Bekir jî axivî û got: “Ev cara sêyemîn e ku kongreya me li Rojavayê Kurdistanê li dar dikeve. Ev cihê serfirazî û serbilindiyê ye. Bi rêya yekitiyê em hewl didin zimanê kurdî bi pêş bixin.”

Bekir îşaret pê kir ku helwesta wan li hemberî êrişên li dijî gelê Kurd li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî diyar e û wiha pê de çû: “Bi rêya vê kongreyê em armanc dikin zemîna xwe firehtir bikin da ku nûnertiya hêviyên gelê Kurd bikin, helwestên xwe bikin yek û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.”

Bekir bang li beşdaran kir ku rola xwe ji bingeha erka exlaqî û dîrokî bilîzin û li hemberî gefên domdar ên dewleta Tirk ên bi armanca çewisandina çanda herêmê bisekinin.

Piştî bidawîbûna axaftinan gelek peyamên pîrozkirinê yên yekitiyên çandî û siyasî hatin xwendin. Tê payîn ku yekitî kar û xebatên 2 salan nîqaş bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DXlAwEGIJDc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>