Di êrişa DAIŞ'ê de 2 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê êrişî nuqteyeke komên alîgirên Îranê kir û di encamê de 2 milîs hatin kuştin.

Di êrişa DAIŞ'ê de 2 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin
18 hezîran, 2021   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişên DAIŞ'ê yên li dijî nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li herêma Ciwêf a çolistana El-Meyadîn de 2 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. .

Balafirên şer ên Rûsyayê derdora 15 êrişan li dijî herêmên belavbûna çeteyan li çolistana El-Resafê ya gundewarên Reqayê pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrişên DAIŞ'ê de 4 sivîl hatine kuştin. Her wiha diyar kir ku di encama êriş û topbaranan de gelek çeteyên DAIŞ'ê jî hatine kuştin.

(dm)