Artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşîn jî daran dibire

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşîn jî dest bi birîna daran kiriye û her wiha da zanîn ku Herêmên Parastinê yên Medyayê bi helîkopter û balafiran bombebaran kirine.

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşîn jî daran dibire
18 hezîran, 2021   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku gundên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi helîkopter û balafiran hatine bombebarankirin û dagirkeran li herêma Avaşînê dar birîne.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

"13'ê Hezîranê saet di 10:00 de li nehiya Çemankê ya navçeya Duhokê balafirên şer bombe li gundê Bêbadê barandin.

16'ê Hezîranê saet di 10:16'an qada Kafya ya herêma Garê bi balafirên 2 caran hate bombekirin.

16'ê Hezîranê saet di 20:00 de gundê Dirê yê herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

16'ê Hezîranê saet di navbera 22:30-00:30'î de tunelên şer ên li qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Di heman demê de droneyên dagirkeran li ser qadê geriyan. Piştî destwerdana hêzên me drone neçar man ji herêmê biçin.

17 û 18'ê Hezîranê tunelên şer ên li qada Werxelê ya herêma Avaşînê ji aliyê dagirkeran ve bi çekên giran hatin bombekirin.

17'ê Hezîranê saet di navbera 22:00-03:00 de li qadên Mamreşo, Mervanos û Tabûra Ereban helîkopter geriyan.

17'ê Hezîranê saet di 18:10'an de qada Gundê Fila ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

17'ê Hezîranê saet di navbera 20:45-00:00 de li herêma Zapê Gundê Zendûra, zeviyên gundên Kêste û Hirorê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê li qadên Werxelê, Kîlîse û Tabûra Ereban daran dibirin."