Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir

Kongreya  Yekemîn a Yekitiya Mamosteyên a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li Hesekê dest pê kir.

Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
18 hezîran, 2021   11:01
HESEKÊ

Bi dirûşma “Bi yekitiya mamosteyan em ê yekitiya gelan ava bikin" Kongreya Yekemîn a Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hola Serdem a taxa Mişêrfe ya Hesekê dest pê kir.

Her wiha nûnerên saziyên civaka sivîl, şandeyeke dayikên aştiyê ku ji Ewropayê hatine û 200 mamoste tev li kongreyê bûn.

Li gorî komîteya amedekar, di kongreyê de endamê koordîneya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Taz Başa, bi navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Receb El-Mişrif û bi navê dayikên aştiyê Dayika Dilşad dê biaxivin.

Piştre dê rapora salane ya Yekitiya Mamosteyan bê xwendin û di dawiyê de dê hevserokên yekitiyê hilbijêrin.

(dm)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YUgN-F8oI98" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>