Dewleta Tirk guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne

Dewleta Tirk a dagirker guhrtina demografiya Efrînê didomîne û bi hevkariya komeleyên îxwanî û bi navên cûda mizgeft û avahiyên mêtîngeriyê û mizgeftan ava dike.

Dewleta Tirk guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne
Dewleta Tirk guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne
Dewleta Tirk guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne
Dewleta Tirk guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne
Dewleta Tirk guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne
Dewleta Tirk guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne
18 hezîran, 2021   14:11
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Di çarçoveya projeyên avakirina avahiyên mêtîngeriyê de  û ji bo belavkirina fikirê tundraw, Komeleya "Ayadî Beyda" ya girêdayî tevgera Îxwan El-Muslimîn a li Tikriyê, bi navê projeya "Nûr El-Huda" mizgeftan li gundên êzidiyan ên Efrînê û piraniya gundên li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê ava dike.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Komeyela "Eyadî Beyda" mizgefeke nû li bajarê Ezazê yê dagirkirî ava dike. Mizgeft bi destek û finansekirina Qeter û Kuwêtê tê avakirin.

Beriya niha heman komeleyê mizgeft li gundên êzidiyan ên Efrîna dagirkirî di nav de gundên Qetmê û Qesetel Cido yê navçeya Şerayê, her wiha gundên Qerbê û Til Cemo yên Şêrawayê û gundê Etmana yê Racoyê ava kirin.

Girêdayî mijarê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê, xebatên avakirina avahiyên mêtîngeriyê yên nû li navçeyê Şêrawayê şopandin, ku avahiya çaremîn e, da ku malbatên çeteyên Tirkiyê lê bi cih bike.

Ev avahî bi hevkariya Heyva Sor a Qeterê ve tê finansekirin û Komeleya bi navê "Şam El-Xeyriya" tê avakirin.

Li gorî Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, avahiyên mêtîngeriyê mîna gundekî  li devera li ser rêya di navbera gundên Kobaliya û Xalta de yên Şêrawayê ye.

Her wiha destnîşan kir ku beldozerên dagirkeran dest bi qutkirina daran kirin da ku des bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê li gundên navborî bike.

Hêjaye bi bîrxistinê ye, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û komeleyên îxwanî ji 10'ê Hezîranê ve dest bi qeydkirina navên kesên ku dê vê komeleyan de bi cih binin, kir. Rêjeya her malekê 150 mître ye.

Par jî, dewleta dagirker û komeleyên girêdayî wê gundek bi navê " Şamiyê" li çiyayê Lêlûn ê Şêrawayê ava kir da ku malbatên çeteyên "Cebha El-Şamiyê" lê bi cih bike. Her wiha li derdora gundê Xalta avahiyên mêtîngeriyê bi navê "Kuwêt El-Rehma" ava kir. Ev proje bi destek û finanseya dewleta Kuwêtê pêk hat.

Her wiha li gundê Şadîra yê êzidiyan ê Şêrawayê avahiyên mêtîngeriyê ava kir. Ev avahî bi desteka şêniyên Filiîstîn  48 hate avakirin û ji ailyê Komeleya "Eyadî Beyda û Eyş Bi Kerama" hate avakirin.

Tevî bertekên li dijî guhertina demgorafî ya li kantona Efrînê û bangên rêxistinên navneteweyî û hiqûqî lê dewleta Tirk a dagirker bi desteka dewletên Kendavê û  yên Ewropayê û bi navên cûda demografiya herêmên dagirkerî diguhere.

ANHA