`Yekane rêya rizgarî û azadiyê serhildana gel e`

Hiqûqnas Xalid Cebir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker qanûnên navneteweyî bin pê dike û got: "Pêdiviya gelê Kurd ji her demê zêdetir bi yekitiyê heye, divê li hember dagirkeriyê serî hilde da ku ji dagirkerî û planên wê rizgar bibe."

`Yekane rêya rizgarî û azadiyê serhildana gel e`
16 hezîran, 2021   02:57
HESEKÊ

Di demekê de ku doza Kurd gihaştiye asta xwe ya dîrokî, dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişên hovane li dijî çiyayên Kurdistanê pêk tîne da ku hewldanên avakirina yekitiya kurdî asteng bike û projeya demokratîk têk bibe. Di vir de jî ji bêdengiya civaka navneteweyî bi taybet ya hikumeta Başûrê Kurdistanê sûdê digire.

Hiqûqnasê di Meclisa Kantona Hesekê de Xalid Cebir wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike û her tim serweriya dewlet û qanûnên navneteweyî yên di 1949’an de hatine danîn, bin pê dike."

‛DAGIRKERÎ FITNEYÊ DERDIXE’

Cebir destnîşan kir ku piştî binketina tevahî planên dewleta Tirk a dagirker çi li Rojavayê Kurdistanê çi jî li Başûrê Kurdistanê dibe, planên xwe yên derxistina fitneyan dixe dorê û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagiker her tim planên xwe yên ku ji kîna wê ya dîrokî tê li hemberî gelê Kurd ê li tevahî perçreyên Kurdistanê bi kar tîne, nebûye dostê aliyekî, lê belê armanca wê derxistina fitneyan e ku wekî amûra yekane ya mayînbûna xwe dibîne."

Cebir destnîşan kir ku pêwîstî bi yekitiya Kurd heye û wiha li gotina xwe zêde kir: "Pêdiviya me ya îro ji her demê zêdetir bi yekitiya Kurd heye û divê em berjewendiyên nifşên bê pêk bînin û xiyanetê lê nekin."

‛BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ DESTEKDAYÎNA JI DAGIRKERIYÊ RE YE’

Cebir şerê birakujiyê red kir û wiha gotina xwe berdewam kir: "Her aliyek ku şerê birakujî û fitneyê derdixe em wan berpirsiyar dibînin. Divê tevahî partiyên siyasî yên Kurd û rewşenbîrên Kurd ên li tevahî parçeyên Kurdistanê gavekê ber bi yekitiya gelê Kurd ve bavêjin, da ku planên dagirkeriyê têk bibin û nehêlin dijminên gelê Kurd fitneyan derxin. Divê em li gorî vê berpirsiyariyê bin. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê nebe kaxezek di destê dewleta Tirk a dagirker de ji bo berdewam êrişên xwe li dijî xaka Başûrê Kurdistanê û bêdengiya wê bi kar neyne."

Cebir eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe digel bêdengiya civaka navneteweyî serweriya dewletên cîran bin pê dike û wiha pê de çû: "Ji lew re divê civaka navneteweyî li hember sûcên ku dagirkerî pêk tîne berpirsiyar be. Dema ku em bêdenegiya navneteweyî ya girêdayî van sûcan dibînin, tê eşkerekirin ku ew destekê didin dagirkeriyê da ku sûcên xwe li hember gelên herêmê zêde bikin."

‛SERHILDANA GELAN RÊYA YEKANE RIZGARIYÊ YE’

Hiqûqnas Xalid Cebir wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê şênî û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê li hember dewleta Tirk a dagirker, sûcên wê û hewldana wê ya derxistina fitneyan di nava gelê Kurd de serî hildin, ji ber ku serhildan rêya yekane ya rizgariya gelê Kurdistanê ji hovîtiyan dagirkeriya Tirk e."

(fr)

ANHA