​​​​​​​Suryanên Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo bi bîr anîn

Suryanên Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo ku Osmaniyan li dijî wan di 1915’an de pêk anîne, bi bîr anîn.

​​​​​​​Suryanên Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo bi bîr anîn
​​​​​​​Suryanên Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo bi bîr anîn
​​​​​​​Suryanên Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo bi bîr anîn
​​​​​​​Suryanên Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo bi bîr anîn
​​​​​​​Suryanên Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo bi bîr anîn
​​​​​​​Suryanên Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo bi bîr anîn
15 hezîran, 2021   18:37
QAMIŞLO

Saziyên suryanî û Partiya Yekitiya Suryanî ya li Tirbespiyê bi dayîna semînerekê û sînevîzyonekê salvegera komkujiyên Sêfo yên biêş û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Suryan, Asûr, Keldan û Ermen bi bîr anîn. Semîner li Nivîsgeha Partiya Yekitiya Suryan a Tirbespiyê hat dayîn.

Bibîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê Komeleya Çanda Suryanî Ayşoi Gewriyê semîner da û diyar kir ku dagirkeriya Osmanî herêm çend sedsalan dagir kir û tê de hovanetirîn sûcên dermirovî pêk anîn.

Gewriyê wiha got: "Dagirkeriya Osmanî hewl da nasnameya gelên herêmê yên resen biçewisîne û li dijî gelên Suryan, Ermen, Asûr û Keldan gelek komkujî pêk anîn, divê civaka navneteweyî dewleta Tirk muhasebe bike û îtîrafê bi van komkujiyan bike ku sûcên şer û qirkirina li dijî gelê me ye."

Gewriye wiha pê de çû: "Dewleta Tirk hîna jî di siyasetên xwe de berdewam e, îro jî şerê pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan dike û dê komkujiyên Sêfo dubare bike heka civaka navneteweyî bi erka xwe ranebe û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re daneyne."

Ayşoi Gewriyê bi rêya semînerê da zanîn ku gelê Suryan îro nasnameya xwe ya rasteqîn bi rêya Rêveberiya Xweser dît û li ser nansname û çanda xwe xebitî û hêzên xwe yên leşkerî ji bo parastina hebûna xwe û parastina ji êrişên derve ava kirin.

Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonekê li ser komkujiyên Sêfo, pêxistina mûman û bîranîna salvegera şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA