Şêniyên Helebê: Divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê serî hildin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û siyaseta qirkirinê serî hildin.

Şêniyên Helebê: Divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê serî hildin
16 hezîran, 2021   04:11
HELEB-ARIF SILÊMAN

Artêşa Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve, êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Ji aliyekî din ve, hêzên PDK'ê nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Hewlêrê girtin.

Têkildarî mijarê, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê redkirina xwe ji êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê anîn ziman. Şêniyan piştgiriya PDK'ê ji dewleta Tirk re wekî îxanet bi navkirin.

Welatiyê bi navê Romans Agirî got: "Armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê, ew e ku vîna civaka Kurd bişkîne û tune bike."

Der barê girtina PDK'ê ya nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê li Hewlêrê, Agirî bang li hêzên PDK'ê kir ku girtiyan bi lez serbest berdin.

` HEDEFGIRTINA GERÎLA, HEDEFGIRTINA TEVAHÎ GELÊ KURD E`

Agirî wiha domand:"Divê PDK'ê piştgirî nede êrişê dewleta Tirk a li dijî hêzên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê, ji ber ku ev êriş ne tenê hêzên gerîla hedef digire, lê tevahî gelê Kurd hedef digire."

Romans Agirî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê gelê Başûrê Kurdistanê û tevahî Kurdên birûmet û azadîxwaz li hember dewleta Tirk a dagirker serî hildin, da ku axa û destkeftiyên xwe ji dagirkeriyê biparêzin."

`DIVÊ KURD BIBIN YEK Û SERÎ HILDIN`

Welatiyê bi navê Xelîl Perîşan êrişên artêşa  Tirk a dagirker li dijî Herêmên Avaşîn, Zap û Metîna û girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê şermezar kir û got: "Ev yek xizmeta siyaseta dijmin dike, ji ber vê yekê em banga serbestberdana wan di zûtirîn dem de dikin."

Perîşan got: "Dewleta Tirk ji damezrandina xwe ve, di navbera Kurdan de fitneyê çêdike. Yek ji siyasetên faşîzmê qirkirin e, ji ber vê yekê divê gelê Kurd bibin yek û li pêşberî dagirkeriyê û êrişên wê serî hildin."

Her wiha welatiyê bi navê Seîd Bîrhat, bang li hemû hêz û partiyên siyasî yên kurdî kir ku helwesta xwe li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî axa Kurdistanê diyar bikin. Seîd piştgiriya PDK'ê ji dagirkeriyê re wekî îxaneta li dijî Kurd û Kurdistanê bi nav kir, her wiha got wekî Kurd divê heya mirinê li hemberî faşîzmê bisekinin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gAtt5J-UqlQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>