Komkujiyên Sêfo bi destê neviyên Osmaniyan dûbare dibin

Ji Osmaniyan heta DAIŞ’ê û ji Sêfo heta jinûve vegerandina xewna împratoriya Osmanî, komkujî û qirkirin li dijî gelên herêmê berdewam in. Şêniyên ji pêkhateya Ermen got, sûcên ku îro dewleta Tirk li Sûriyê pêk tîne heman sûcên ku Osmaniyan di 1915’an de pêk anîne.

Komkujiyên Sêfo bi destê neviyên Osmaniyan dûbare dibin
15 hezîran, 2021   23:43
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Osmaniyan di buhara 1915'an de heta sala 1920'î, komkujî li dijî Eremen û Suryanan pêk anîn. Komkujî bi navê Sêfo tê naskirin ji ber ku Osmanî bi şûr an ku sêf seriyên Suryan û Ermen jê dikirin û zikên dayikan diqelişandin.

Komkujiyên ku pîşiyên Ermen û Suryan tê re derbas bûne û ji niviyên xwe re behs kirine, hîna di bîra wan de maye.

Ev komkujiya hovane ku Osmaniyan pêk aniye, DAIŞ’ê bi serkêşiya serokê AKP’ê Recep Teyyîp Erdogan dûbare kir.

Mushegh Dono ku bi eslê xwe ermenî ye, bi dîroka hatina malbata xwe li Sûriyê di 1928’an de bihîst, ew jî piştî ruxseta mala xwe ya li taxa Qidûr Bek a li ser keviya çemê Ceqceq dît ku ermenî li seranserî wê li Qamişlo belav bûn.

ÇAWA QIRKIRIN HAT PLANKIRIN

Mushegh Dono diyar kir ku Partiya Itîhad û Terakî berê plan kiribû ku gelên herêmê têk bibe û Şerê Cîhanê yê Yekemîn şans girt û wiha got: "Ji bo Osmaniyan şansek bû ku her kesê li dijî wan derkeve tesfiye bike û gelê Ermen gelekî xiristiyanî ye ku nêzî rûsî ye didîtin ku dibe ku di şer de alîkariya Rûsya bikin. Bi wê re biryar da ku ermenan ji sînorê Rûsya bi navê derxistinê bi dûr bixin."

Dono da zanîn ku Osmaniyan ji sûcdarên di girtîgehên Tirkiyê de komên Hemîdî çêkirin, ew serbest berdan û erkên talankirin, serêjkirin û qetilkirina ermenan girtin ser wan.

‛HER MISLIMANEK 7 ERMENAN BIKUJE DERIYÊN CINETÊ JÊ RE TÊN VEKIRIN’

Dono wiha domand: "Armanca bingehîn a Osmaniyan a bi serkêşiya Partiya Îtîhad û Terakî xwe ji tevahî gelên herêmê xelas bike û bi tenê bimîne, ev siyaset heta roja îro berdewam e.

Mushegh Dono diyar kir ku di serdana xwe ya li gel hevalekî xwe li Nisêbînê de, hevalê wî li ser zimanê bapîrê wê ku di dema osmaniyan de şêxek bû ev parve kir: "Di dema qetîlamê de ji şêxan dixwestin ku biçin ermenan bikujin û ji wan re digotin, her mislimanek 7 ermena bikuje dê deriyê cinetê jê re vebin."

DÎROK XWE DÛBARE DIKE!

Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî ya Qamişlo Hena Somî ku nîvê malbata xwe di komkuiyên Sêfo winda kiriye serpêhatiyên dapîra xwe ya ermenî ya 1966’an parve dike  û wiha got: "Osmaniyan jin li aliyê rastê û mêr li aliyên çepê kom dikirin, mêr bi şûr parçe parçe dikirin û jin jî sebî dibirin."

Hena Somî sûcên ku Osmaniyan pêk anîne bi heman sûcên DAIŞ’ê yên li dijî şêniyên herêmê wesif dike û wiha domand: "Sûcên DAIŞ’ê berhemek ji berhemên fikira toranî ya Osmaniya neteweperest e û temamkirina sûcên Mithet Paş û Sultan Ebdulhemîd û hwd."

Somî wiha gotina xwe berdewam kir: "Hîna jî qirkirinên komî di bîra me de ne, ji lew re em dizanin ku rola terorê ya ku desthilata Osmanî ku pêk tîne heta roja îro berdewam e."

Hena Somî eşkere kir ku zihniyeta Osmanî ya paşverû derbasî nava rêveberên Iraqê bû û di 1933’yan de 5 hezar gundên asûriyan wêran kirin û ji wir koçî gundên Xabûrê bûn.

Somî axivî ku dîrok xwe dubare dike û wiha pê de çû: "Di 2014 û 2015’an de anku piştî derbasbûna 100 salî di ser komkujiyê re, qirkirina li dijî gundên asûriyan bi dest çeteyên DAIŞ’ê dûbare bûn, her wiha li deşta Nînewayê suryanî hatin qetilkirin û zêdetirî 100 hezarî koçber bûn û jin hatin sebîkirin."

SÛCÊN LI DJIÎ SURYAN

Ji 1915’an heta dîroka îro, Osmanî sûcên qirkirin û komkujiyan ranewestandine û bi hatina Kemal Ataturk li ser desthilatê re, gelê Suryan bi du bijarteyan hatin bijartin ku her du jî tûj in, an xak mezinên xwe berdin û ji welat derkevin an jî bibin îslam û fêrî tirkî bibin. Lê vebijêrka herî tahil û tûjî hilbijartin ku xaka bav û mezinên xwe berdin.

Piştî qetilkirina nîvê malbata Hena Somî di komkujiyê de, di salên 50’î yên sedsala borî de hatin Dêrna Qunlinga û li wir jî ji qirkirina dewleta Tirk rizgar nebûn.

SÊFOYEKE DIN Û BERJEWENDIYÊN JINÛVE VEGERANDINA XÎLAFETÊ

Hena Somî wiha got: "Sûcên ku dewleta Tirk li Sûriyê pêk tîne, heman sûcên ku di 1915’an de pêk aniye. Bo mînak, dewleta Tirk li Efrînê Kurd bi pêkhateyeke din guhartin, bi rêya meteryal, xwendina îslama wehabî ya tundraw siyasetên tirkkirinê dimeşîne."

Hena Somî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hevgirtina pêkhateyên herêmê li hember berjewendiyên Erdogan û baweriya wan bi fikirê neteweya demokratîk  nehişt Sêfoyeke din pêk bîne. Lê heke ev qirkirin pêk bihate, dê ji ya beriya wê bihêztir bûya."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PAaMlfW0Kro" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>