Ciwanên şoreşger ji çiyayê Qereçoxê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da

Ciwanên şoreşger ên Sûriyê bi meşekê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da û got, kesên ku destekê dide dewleta Tirk xayin in.

Ciwanên şoreşger ji çiyayê Qereçoxê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da
Ciwanên şoreşger ji çiyayê Qereçoxê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da
Ciwanên şoreşger ji çiyayê Qereçoxê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da
Ciwanên şoreşger ji çiyayê Qereçoxê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da
Ciwanên şoreşger ji çiyayê Qereçoxê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da
Ciwanên şoreşger ji çiyayê Qereçoxê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da
Ciwanên şoreşger ji çiyayê Qereçoxê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da
Ciwanên şoreşger ji çiyayê Qereçoxê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da
15 hezîran, 2021   20:58
QAMIŞLO

Bertekên li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşeke bi meşleyan ber bi çiyayê Qereçoxê ve li dar xist. Ciwanan piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da û hewlesta PDK'ê şermezar kir.

Meş ji jêra çiyayê Qereçoxê ber bi lûtkeya wê ve dest pê kir. Ciwanan wêneyan rêber Abdullah Ocalan, wêneyên gerîla û alên PKK'ê hildabûn û diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û pêngava Bazên Zegrosê berz kirin.

Li lûtkeya çiya, deqeyeke rêz hate girtin. Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Malik Remo daxuyanî xwend, diyar kir ku dewleta Tirk li pêşberî berxwedana gerîla têk çû û êrişên wê têk çûn ji ber ku îradeya gerîla ji çeka Tirkiyê bihêztir e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze şerê kurdî-kurdî derxîne, her wiha bang li PDK'ê hate kirin ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestîne û  hate gotin: "Yên ku destekê didin dagirkeriya Tirk ji bo gelê Kurd xayin in."

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da.

ANHA