Lêkolînerê sûrî Ehmed El-Durzî: Operasyoneke mezin li Idlibê îhtîmaleke dûr e

Ruxmî sewqiyatên leşkerî û şerê hêzên hikumeta Şamê ya ku desteka hewayî ji Rûsyayê digire û leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gotegot hene ku dê hêzên hikumeta Şamê operasyoneke nû pêk bînin. Lêkolînerê sûrî Ehmed El-Durzî îhtîmala operasyonê dûr dibîne û got mebesta yekemîn ji vê operasyonê peyamekê bidin dewleta Tirk.

Lêkolînerê sûrî Ehmed El-Durzî: Operasyoneke mezin li Idlibê îhtîmaleke dûr e
15 hezîran, 2021   04:39
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞEYMA EL-ELÎ

Ji beriya hefteyekê ve sewqiyatên leşkerî yên aliyên binakok (hêzên hikumeta Şamê, leşker û çeteyên dewleta Tirk) li “herêma bêçek” tên bicihkirin. Ev yek nameyên rûsî-tirkî der barê herêmên serweriya xwe de dide diyarkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hikumeta Şamê sewqiyateke mezin a leşkerî şand herêmê. Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker nuqteyên ku dagir kirine anku "nuqteyên çavdêriyê" xurt kirin.

Girêdayî mijarê, cîgirê rêveberê Navenda Himêmîn a Lihevanîna aliyên binakok ên li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê general Vadim Kolet got: "Li gorî alavên çavdêriyê, komên çekdar ên nerewa li başûrê herêma Idlibê ya bêçek operasyona veguhastina yekîneyên çekdar û panzeran ji bo gundên Mecdeliya û San ên Idlibê pêk tînin."

Her wiha destnîşan kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye) êrişan li djiî van her du gundan pêk tînin ku di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ne.

Hêzên hikumeta Şamê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojana li “herêma bêçek" hev du topbaran dikin. Girêdayî vê di 10'ê Hezîranê de 8 kes hatin kuştin, di nav de berdevkê fermî yê baskê leşkerî yê çeteyên Tehrîr El-Şam Ebû Xalid El-Şamî û berpirsê koordîneyê yê ragihandina leşkerî ya çeteyên Tehrîr El-Şamê Ebû Miseb hebûn. Ev kes di encama topbarankirina erebeyên çeteyan ji aliyê hêzên hikumetê ve hatin kuştin.

Li aliyekî din jî balafirên şer ên Rûsyayê piraniya deverên çiyayê Zawiyê dan ber topan.

Wekî bersivdayîna li ser kuştina fermandarên çeteyên Tehrîr El-Şam, artêşa Tirk û çeteyên wê ji deverên cuda yên gundewarên başûrê Idlibê, nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li herêmê topbaran kirin.

Li gorî SOHR’ê, ji ber şerê li çiyayê Zawiyê derdora 355 malbat ku ji hezar û 500 kesan pêk dihat, koçber bûn.

Tê gotin ku hikumeta Şamê dê operasyoneke leşkerî li dijî nuqteyên çeteyan ên li bakur pêk bîne da ku careke din rêyên sereke yên li Idlibê kontrol bike.

PEYMANÊN NÛ

Ev rageşî hemwextî hevdîtinên serokê Amerîkayê Jeo Biden û serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan, her wiha hevdîtina Biden û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêk tê ku dê Sûriyê mijara sereke ya nîqaşê be.

Di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewsat di raporeke berê de gotibû, rewşa Sûriyê dê mijara sereke civînên Biden bi hempîşeyê wî yê Tirkiyê û yê Rûsyayê bin, nemaze dirêjkirina biryara navneteweyî ya derbaskirina alîkariyên mirovî di deriyên sînor re, ev yek derî li peyman û bazaran vedike.

Tê payîn civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di Tîrmeha bê de were lidarxistin, da ku dosyaya derbaskirina alîkariyan bi rêya deriyên sînor were nîqaşkirin ku Rûsya hewl dide bi girtina deriyê sînor ê Bab El-Hewa yê bi Tirkiyê re deriyên sînor tenê di destê hikumeta Şamê de bihêle.

TAWÎZÊN TIRKIYÊ

/kr/uploads/files/2021/06/14/193221_whatsapp-image-2021-06-13-at-6.38.09-pm.webp

Têkildarî sewqiyatên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê û desteka Rûsya û Îranê, lêkolînerê sûrî Ehmed El-Durzî got: "Ev sewqiyat ne ji valahiyekê tên, lê di demeke pir hesas de beriya hevdîtina Biden û Pûtîn a 14’ê vê mehê pêk tê. Gelek dosyayên mezin li ser asta cîhanê beriya hevdîtinên Erogan û Biden li Burkselê di civîna NATO'yê de têne gotûbêjkirin."

El-Durzî her wiha got: "Gotegot hene ku Tirkiyê dê li ser hesabê têkiliyên bi Rûsya re û gefên wê gelek tawîzan bide, nemaze ku çapemeniya Tirk dest bi derxistina mijarên kesayetî kir mîna Kislik ku wî bi îngilîzî nivîsî ku Tirkiyê dikarîbû Rûsyayê li gelek herêmê taybet li Lîbya, Sûriyê, Qerebax û herêmên Qafqasyayê lawaz bike û li Ukrayna û Polonyayê gefa firotina balafirên bêmirov ên Tirkiyê xwar."

ZEXTÊN RÛSYA LI SER TIRKIYÊ

Çavdêr dibêjin, Rûsya ji êrişên li dijî Idibê dixwaze peyamekê bide Enqereyê ku dibe ku rolên listîka li bakurê Sûriyê werin guhertin ku Tirkiye dagir kirine û dixwaze hebûna xwe biparêze.

Di vê çarçoveyê de lêkolînerê sûrî destnîşan kir ku Rûsya ji vê yekê armanc dike fişarê li Idlibê bi taybet bike ku kombûna herî mezin a tundrawên li cîhanê lê ye ku hejmara wan digirhêje 110 hezar çeteyî. Rûsysa dixwazin bi vê fişarê li Tirkiye bike û gef lê bixwe ku her tevgerek  li derveyî lihevkirinan dê rastî êrişeke mezin were. Ev êriş dê li hundirê Tirkiyê dest pê bike ne li Sûriyê. Ev yek dê di radeya yekemîn de bandorê li Tirkiyê bike û di bingeh de dê li Amerîkayê  bike.  Ji ber ku wan koman diparêze ku Idlibê wek keleha opozîsyona sûriyê bin av kir da ku li dijî çîn, rûsya û îranê bi kar bîne û islamiyên li wir wek çekekê li dijî wan bi kar bîne û da ku armancên xwe pêk bîne.

Girêdayî vê yekê Ehmed El-Durzî dibêje ev sewqiyat peyameke mezin li ser Idlibê ye ku kombûna herî mezin a cîhadîstên cîhanê derdora 110 hezar çete lê hene da ku zextê li Tirkiyê bike.

Der barê lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê de jî El-Durzî ev nirxandin kir: "Bidawîbûna lihevkirinên di navbera Pûtîn û Erdogan de girêdayî encamên ku dibe Erdogan werbigre, namze ku ji ber siyasetên wê yên derve û hundirîn, gendeliya di malbata wî de aboriya wî hilweşiyaye, giraniya xwe winda kiriye û nirxê lîreyê Tirkiyê daketiye."

El-Durzî diyar kir ku Tirkiyê di xwezaya xwe de bi awayekî mezin girêdayî îstîsmarên rojavayî, zêdetirî 2 tirilyon dolar ji pereyên rojavayê li Tirkiyê hatin îstîsmarkirin û niha hewcedarî ji nû ve îstîsmarkirinê ne da ku sîstema siyasî ya Tirkiyê rizgar bike.

Lêkolîner Ehmed El-Durzî her wiha got: "Rûsya nikare îstîsmaran pêşkêşî Tirkiyê bike, dibe ku karibe bi rêya turîzmê zextê lê bike, her wiha wergirtina sebze û fêkiyan ji Tirkiyê rawestîne, lê ji wê zêdetir nikare tiştekî din bike."

Mijar girêdayê lihevhatina bi Tirkiyê re ye, heger Biden bikare Erdogan kontrol bike û wî vegerîne lihevkirina Amerîkayê, bi taybet û nehêle ku bê ser û ber di berjewendiyên Tirkiyê de berfireh bibe ku soz dabû Trump ku lihevkirin li ser hesabê Rûsyayê hene, dê vebijêrkên din ên têkiliyên her du aliyan hebin.

'OPERASYONA LEŞKERÎ ÎHTÎMALEKE DÛR E'

Lêkolînerê sûrî texmîn dike ku armanc ji her operasyoneke leşkerî li “herêma bêçek" dê ne mezin û berfireh ber bi rizgarkirina tevahî Idlibê be, mebesta yekemîn ji vê yekê ev operasyon nameyeke siyasî ya gefxwarinê li serokê Tirkiyê ye.

Ehmed El-Durzî dibêje: “Tu îhtîmal tune ye ku alî mîna vê operasyonê tehemul bikin ji ber ku êdî westiyane û pêwîstiya wan bi navberekê heye da ku aboriya xwe sererast bikin. Lê heke tiştek ji nişka ve rû bide Rûsya dê xwedî lê derkeve, bi taybet heke daxwazeke Çînê di vî warî de hebe. Ji ber ku kêmneteweya Uygur a li herêmê li ser ewlehiya Çînê gef e.”

ANHA