'Girtina nûnerên me li Başûrê Kurdistanê berdewama siyasetên qirkirina siyasî ye'

Hevserokê PYD`ê şaxê kantona Hesekê Mistefa Ehmed got girtina nûnerên PYD’ê û nûnerên Rêveberiya Xweser ji aliyê hêzên PDK`ê ve, berdewama siyasetên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li dijî Kurdan e.

'Girtina nûnerên me li Başûrê Kurdistanê berdewama siyasetên qirkirina siyasî ye'
14 hezîran, 2021   23:41
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker li gel bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Bexdayê bi awayekî hovane êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Ev bêdengî nîşan dide ku her du hikumet piştgiriya êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) dikin. Îsbata din jî ew e ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnerên Rêveberiya Xweser û yên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li balafirgeha Hewlêrê girtin.

Girêdayî mijarê Mistefa Ehmed hevserokê PYD`ê şaxê Hesekê ji ajansa me re axivîn û got: “Di rastiyê de dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelê Kurd êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Lê li hemberî wê gelê Kurd piştgiriya berxwedana dîrokî ya gerîla ya li hemberî dagirkeriya Tirk kir ku çewisandina nasnameya kurdî û vegerandina serfiraziyên dewleta Osmanî armanc dike.”

Ehmed wiha domand: “Mixabin li hemberî wê berxwedana gerîla hikumeta Başûrê Kurdistanê bê deng e, ji wê zêdetir destên wê di van êrişan û hewldanên dorpêçkirina herêmên gerîla de hene. Êdî rewabûnê didin êrişên dagirkeriyê û rê li pêşiya şerekî birakujiyê vedikin.”

Girêdayî heman mijarê Mistefa Ehmed ev yek rave kir: “Girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û nûnerên me yên li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya siyaseta Tirkiye ya qirkirina siyasî ya li dijî kurdan e ku li Bakurê Kurdistanê pêk tîne û siyasetmedarên Kurd ên HDP`ê digire.”

Ehmed wiha domand: “Ev tevger heman kiryarên dewleta Tirk in û bi vê yekê xiyanetê li gelê Kurd dike. Bi hemû rêbazan em hewl didin bigihêjin nêrînekê û bibin yek da ku gelê me mafên xwe bi dest bixin lê PDK`ê berovajî wê dike.”

Ehmed bang kir ku divê Kurd û partiyên siyasî û heta rewşenbîr vegerin dîrokê û li berjewendiyên kurdan bigerin, ji berjewendiyên kesayetî û yên partiyetî dûr kevin ji ber ku heke şerek birakujî di vê pêvajoyê de pêk were dê li her derê bandorê li Kurdan bike.

Mistefa Ehmed bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku çaranûsa nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê eşkere bike û serbest berde ji ber ku ji bo doza gelê xwe li ser axa xwe dixebitin. Ehmed diyar kir ku bi girtina wan hesasiyetek di navbera Kurdan de çêdibe ku divê li şûna wê di vê pêvajoyê de bibin yek.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AmaX-BL0fi4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>