Îlham Ehmed: Êrişa li ser Efrînê ya beriya civîna NATO'yê komploya dewleta Tirk bû

Îlham Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk xwest ku beriya civîna NATO bi teqîna Efrînê re komployek çêbike lê bi ser neketiye. Îlham Ehmed got: “Dewleta Tirk bi bûyerên li Minbic û Efrînê re xwest careke din `Herêma ewle` bixe rojevê û di civîna NATO'yê de bi destekî xurt biçe ser masê, lê planên wê li hev nehatin.”

Îlham Ehmed: Êrişa li ser Efrînê ya beriya civîna NATO'yê komploya dewleta Tirk bû
15 hezîran, 2021   03:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Îlham Ehmed der barê êrişa li ser nexweşxaneya Efrînê, provakasyon û gefên dewleta Tirk li ser Minbicê û dîsa gurbûna krîza Idlibê de destnîşan kir encama rojevkirina `Herêma Ewle` ye.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk heya niha dixwaze Minbicê dagir bike û got: “Dixwazin bêaramî li van herêman derbixînin û wiha mûdexaleyên xwe çêbikin.”

'BERIYA NATO PLANA TAWANBARKIRINA QSD`Ê'

Civîna 31'an a NATO'yê duh bi tevlîbûna 30 dewletan li Brûkselê hat lidarxistin. Îlham der barê vê civînê de got: “Dewleta Tirk beriya civîna NATO di mijara Sûriyê de tişta ku dixwast negihiştiye.  Dewleta Tirk dixwast Bakur û Rojhilatê Sûriyê heya Haleb jî di nav de tevahî dagir bike. Heya niha ev çênebû. Erdogan got ku `em amade ne ku herêmeke ewle çêbikin`, xuyaye di vê lûtkê de avakirina `Herêmek Ewle` li Bakurê Sûriyê cardin di rojeva Erdogan de bû ku deynê ser masê. Ji bo vê bidin qebûlkirin êriş li ser nexweşxaneya Efrîn pêk anî. Êdî ev di navbera hikûmeta Şamê û Tirkiyê de yan di navbera çete û hikumeta Şamê de çêbûye ne diyar e. Di encam de planek wiha heye ku vê êrişê pêk bînin û wekî ku QSD`ê kiriye bi dosyekê herin pêşberî dewletê NATO ji bo ku bidin qebûlkirin. Amerîka û dewletên koalîsyonê tekilî û piştgiriya xwe ji QSD`ê bibirin. Armanc ev e û gelekî bi israr xwestin vê bikin. Bi biryar in ku êrişên wiha têxin berpirsyariya QSD`ê û ji bo ku bibêjin cihên QSD`ê lê heye ewlehî lê tuneye, gelê sivîl tên kuştin û ji bo wê jî divê ev herêm teslîmî Tirkiyê bê kirin.”

HEWILDANA DEWLETA TIRK A ROJEVKIRINA `HERÊMA EWLE`

Di van demên dawî de dîsa serokomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan gef li Minbicê xwar. Îlham der barê van gefan de anî ziman ku heya niha jî dewleta Tirk dixwaze ku Minbic dagir bike û got: “Aliyekî hikumeta Şamê jî li ser vê germ e ku Minbic têxê destê xwe. Di encama hilbijartinên hikumeta Şamê de ku dixwast piştgiriya cîhanê jê re çêbibe, lê ev derneket holê. Li aliyekî de jî vê dibîne ku di hilbijartinan de qezenc kir û cardin ji bo meşrûyeta xwe çêbike, herêmên derveyî xwe vegerîne. Li ser vî esasî bûyerên ku li Minbicê qewimî hem dewleta Tirk hem jî hikumeta Şamê xwestin sûd jê bigrin. Dewleta Tirk dixwast vê bizîvirênin wek serhildaneke sivîl li dijî rêveberiya Minbic û vê wekî dosyekî bibin pêşberî NATO û bibejin `herêmek  di bin sîwana QSD`ê de ye û gel wan naxwazin.` Di civînên pêşarojê de ku dê di navbera Rûsya û Amerîka de pêk were dê hin nîqaşên cûda bên kirin. Ji bo wê ev hemû hesabên li ser herêmên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê rêvebirin tên kirin. Her aliyek dixwazin di bin kontrola xwe de van dosyan bidin meşandin û hebûna xwe li wir fermî bikin. Dixwazin bêaramî li van herêman derbixînin û wiha mûdexaleyên xwe çêbikin.”

`GURKIRINA ENIYA IDLİBÊ JI TIRKİYÊ RE HİŞYARİYEK E`

Aloziya li Idlibê jî êdî germ dibe. Îlham Ehmed diyar kir ku li Idlibê bazarek hatiye kirin û got: “Idlib jî yek ji wan herêmên di bin kontrola El-Qaîde de ye. Beşek mezin gelê Idlibê heya ku piştgiriya xwe nade El-Qaîde û desthiladariya hikumeta Şamê û dewleta Tirk jî qebûl nakin. Yên ku piştgiriya wan dikin jî hene. Idlib di navbera Rûsya  û Tirkiyê de wekî dosyeke bazarê hat kirin ku îtîfaq li ser çêbûne. Ne tenê herdu alî, Ewropa û Amerîka jî di nava van lihevkirinan de agirbestek dane avakirin. Beriya lûtkeya NATO cardin gurkirina aloziya li wê herêmê hişyareyeke hukumeta Şamê  ya ji bo dewleta Tirk e. Êdî dewleta Tirk di navbera du aliyên ji hev xirabtir de maye. Aliyek eniya NATO ye aliyek jî Rûsya ye. Yê ku zirar dibîne û dibe qûrbanî her tim gelê sivîl yê bêguneh in. Bi dawîkirina van siyaset û bazaran, şer û kuştina sivîlan divê bi dawî bibe. Li Idlibê jî û li bajarên din jî divê gelê sivîl bên parastin. Gelê Xûta ku li Efrînê bi cih kirine divê vegerin warên xwe yê asîl da ku gelê Efrînê jî vegerin warê xwe.”

ANHA