Li kampên Newroz û Roj 100 kes hatin derzîkirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Dêrikê li kampên Newroz û Roj ên navçeya Dêrikê 100 kes bi derziyên li dijî Koronayê derzî kirin.

Li kampên Newroz û Roj 100 kes hatin derzîkirin
14 hezîran, 2021   12:52
QAMIŞLO

Desteyê derziyên AstraZeneca li kampên Roj û Newroz li 100 kesî dan.

Desteyê wek destpêk ji bo her kampekê 50 derzî ji kesên temenê wan di navbera 18-45 saliyê de dan û û dibe ku deste hejmara derziyan zêde bike.

Her wiha dê beşa duyemîn piştî 2 mehan bidin heman kesan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku di 29'ê meha gulanê de 17 hezar û 500 derziyên Koronayê (Covid-19) ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatibûn şandin, gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha destnîşan kir ku rêxistinên cîhanê soz daye ku ew dê beşeke din jî di dawiya Hezîranê de bişînin.

(dm)

ANHA