Li Baxozê xetek avê bi dirêjahiya 1400 metre hat avakirin

Navenda avê ya Hecînê li bajarokê Baxozê yê girêdayî gundewarên Rojhilatê Dêrazorê xetek avê bi dirêjahiya 1400 metre ku pêwîstiya 45 hezar kes peyda dike, ava kir.

Li Baxozê xetek avê bi dirêjahiya 1400 metre hat avakirin
14 hezîran, 2021   13:17
DÊRAZOR

Werşeyên kar ên girêdayî Navenda avê ya Hecînê îro dest bi avakirina xeta avê kir. Werşeyê boriyên plastîk ên ku firehiya wan 10 înç e bi kar anîn.

Ev xeta sereke ye ji ber ku stasyon bi toreya boriyan ya ku dighêje taxên bajarokê ve girê dide. Ji lew re xeta bajarokê di demên serweriya DAIŞ'ê li ser herêmê de û di pêvajiya rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê ev xet bi giştî hatibû rûxandin.

Ev xeta dê pêdiviyên 45 hezar kes ku li gelek taxê dimînin, peyda bikin.

/ar/uploads/files/2021/06/14/113959_anshaa-kht-myah-btwl-1400-mtr-wykhdm-45-alf-nsmh-28629.webp

Li gorî biryaran xebata avakirinê dê di çend rojên din de bi dawî bibe.

Xebata amadekirina gelek stasyonên avê tevî toreyên wan berdewam dike da ku ava vexwarinê bigihêjin malan û azarên şêniyan sivik bikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5gq9xdX0ZB8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>