Ciwan Mistefa: Heta niha li ser kesên ku hatine derzîkirin, tu nîşane derneketine

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku heta niha tu nîşane li ser kesên ku hatine derzîkirin derneketine.

Ciwan Mistefa: Heta niha li ser kesên ku hatine derzîkirin, tu nîşane derneketine
14 hezîran, 2021   12:51
QAMIŞLO

Heta niha derdora 23 hezar derziyên Koronayê (Covid-19) gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Desteya Tenduristiyê jî destpêkê derzî dan kadroyên tenduristiyê, ji ber ku herî zêde bi pêketinê re rû bi rû dimînin.

Di vî warî de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku li cîhanê virus hinekî ketiye bin kontrolê û her wiha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî û wiha domand: “Ji bo ku em rê li pêşiya wê bigirin divê her kes bê derzkirin. Bi taybet kadroyên tenduristiyê.”

Mistefa piştrast kir ku heta niha kesên ku hatine derzîkirin, tu nîşane li ser wan derneketine û got: “Di 24 saetên dawîn de min jî derzî bir. Heta niha tu nîşane li ser kesên derzî birine, derneketine. “

Heta niha 23 hezar derzî gihaştine herêmê ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) soz dabû ku ji herêmê re pêşkêş bike ku derdora 5 milyon kes lê dimîne.

Piştî ku desteyê derzî wergirtin, dest bi hemleya danîna derziyan kir. Destpêkê kadroyên tenduristiyê derzî birin û niha jî kesên nexweş û yên temenê wan jorî 55 saliyê ne, tên derzîkirin.

Piştî zêdebûna hejmara pêkatiyên vîrusa koronayê li herêmê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ferz kiribû. Bi kêmbûna hejmarê re qedexe rakir û bang li şêniyan kir ku tedbîran bigirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pYf7Gedx4VU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>