ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-06-2021'AN
13 hezîran, 2021   23:00

-Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û siyasetên PDK’ê li Parka Xwendinê ya Qamişlo daxuyaniyekê dide. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê destnîşan kir ku guhertinên demografîk ên ku dewleta Tirk li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî pêk tîne, li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî sûcê şer e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piranî karkerên sûrî yên li Lubnanê azarên destheqên kêm û rewşên kar ên tund dikişînin, li gel wê jî pisporî û xwendin jî tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdên berxwedana Heftanînê hişyar dan ku bi lîstokên dijmin neyên xapandin û got, êriş ne tenê gerîla ye, di heman demê de li ser tevahî Kurdistanê ne.

- Şêniyên Kobanê yên ku beşdarî meşa bi dirûşmeya "Li Dijî Dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê" bûbûn gotin: "Dem dema daketina li qadan û sekna li dijî dewleta Tirk a dagirker e ku hewl dide Osmaniyê zindî bike û gelê Kurd qir bike."

KURDISTAN

- Hunermendan diyar kir ku ji PDK'ê dixwazin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr bibin xwedî helwest û ji bo yekitiya neteweyî gavan biavêjin û destnîşan kir ku divê tu hêzên Kurdan li rex dagirkeran cih negirin û got “Heke êriş bidomin em amade ne bibin mertalên zindî."

JIN

- Zelal Ceger anî ziman ku bi yek helwestê gel li dijî xiyanet û dagirkeriyê derket. Her wiha Zelal Ceger li ser girtina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser li Hewlêrê di heman roja meşê de, got "PDK heya qirikê ketiye nava qirêjiya ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dide meşandin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên Kurd ên li Lubnanê bang li PDK’ê kir ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk rawestîne û wiha got: "Divê dijmin bi me nelîze". Her wiha gotin plana dagirkeriyê ji bo derxistina şerê birakujiyê ye.

POLÎTÎKA

- Siyasetmedaran hişyariya li ser berdewamkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan da û got ger ev tecrîd ranebe dê aloziyên li hundirê Tirkiyê zêdetir bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên siyasetmedar destnîşan kir ku hewldana dewleta Tirk a dagirker a ku hêzên PDK'ê beşdarî şerê li hemberî gerîlayan bike hişyariya karesateke siyasî li gelemperiya Kurdistanê dide. Jinan got divê PDK helwesta xwe biguherîne da ku şerê birakujiyê çênebe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Li ser maseya Biden û Erdogan gelek dosyayên bigirêk hene; sîstema S-400 a Rûsyayê, Sûriye, rojhilatê Deryaya Spî heta Qerebaxê. Çavdêr diyar dikin ku Biden hewl dide li ser hesabê Kurdan têkiliyên xwe bi Tirkiyê re biguherîne.

ÇAND Û HUNER

- Komîteya Amadekar a Pêşangeha Pirtûkan a Herekol amadekariyên pêşangeha xwe ya 5`an dike. Îsal dê gelek weşanxane ji dewletên Ereban û ji her çar beşên Kurdistanê tev lê bibin.

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên navçeya Dêrikê sersaxiya malbata gerîlaya HPG’ê Dicle Ehmed li navenda ciwanên a rojhilatê navçeyê dikin. saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA