QSD: Êrişa li ser Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên ve hatibû plankirin

QSD'ê bersiva tawanên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî hêzên wan ku nexweşxaneya Efrînê topbaran kirine da û got: "Agahiyên komên çekdar ên Tirkiyê berê hebûn ku dê topbaran pêk were. Ev dide diyarkirin ku topbaran ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve plankirî ye."

QSD: Êrişa li ser Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên ve hatibû plankirin
13 hezîran, 2021   20:01
NAVNDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD'ê bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên ku dibêjin hêzên wan duh bi şev navenda bajarê Efrînê topbaran kirine da û got: " Diyar e û teqez e ku bkomên çekdar berê dizanîn ku dê Efrîn 12'ê Hezîrana 2021'an were hedefkirin. Delîlê vê yekê nûçeyên ku komên ku destekda xwe ji dagirkeriya Tirk girin e. Tora Şam a Nûçeyan nûçeyek belav kir. Di nûçeyê de hêzên me bêyî tu delîlî tê tawanbarkirin, ev yek bi talîmatên pêşîn ên desthilata Tirkiyê pêk hat. Lê xwe bi delîlan tawanbar derxistin. Di nûçeyê de tê gotin ku navendên şopandina tevgera balafir û obusan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berî agahdar bûn ku dê nexweşane were topbarankirin. Piştî parvekirina van agahiyan bi 15 deq topbaran pêk hat. Çete Neqîb Emîn beriya topbaranê dengeke weşand, tê de got ku dê Efrîn, bi taybet nexweşxane were hedefkirin. Ev gotin ji malpera Tora Şam a Nûçeyan a girêdayî komên çekdar hatiye girtin.

Piştî topbarana yekemîn, Neqîb Emîn dengek şand, tê de hişyarî dide ku moşek girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk li herêma Keştear a nêzê bajarokê Dêrcemal ê gundewarê bakurê Helebê ye û dê topbarana li dijî Efrînê dûbare bibe û dê nexweşxane were hedefkirin. Piştî 15 deqeyan ji hişyariyê eynê tişt qewimî.

Pirsa di vir de derdikeve holê ew e ku berî hedefgitinê bi 15 deqeyan dizanîbûn ku Efrîn nexasim nexweşxane were hedefgitin. Ev e ya ku planên leşkerî û çapemeniyê yên van aliyan û plankirina qirêj piştrast dike ku qurbaniyên wê sivîl bûn, nexasim ku rê nedan çapemeniyê; di nav de yên nêzî Tirkiyê ku devera bûyerê bişopînin.

Pirsa duyemîn ku girîngtir e, li ser bingeha îtîrafa wan a bi dem û devera hedefgitinê, çima nexweşxane ji sivîlan vala nekirin, 15 deqe ji bo valakirina nexweşxaneyê têrê nakê, lê belê têrê dike ku bajar tevde were valakirin.

Bi giştî, berê me piştrast kiribû ku girêdana hêzên me bi tu awayan bi êrişên dawî yên gumanbar re tune ye. Tawanên li dijî ne ne rast in, her wiha hewldana qirêj dibînin ku bi armanca nixumandina li ser sûcdarên rastîn e. Di heman demê de banga avakirina komîteyeke navneteweyî û serbixwe dikin ku lêpirsînê der barê kiryarên terorîst û sûcên ku li Efrînê li ser destên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirina wê vekin, ji sûcên koçberkirinê bigire û heta bi revandin, qetilkirina welatiyan û hedefgitina wan a li herêmên li bakurê Helebê lêkolîn bike."

(eh)

ANHA