​​​​​​​Koma Harmûnî bi çalakiyeke hunerî jiyana hevbeş a pêkhateya herêmê derxist holê

Koma Harmûnî çalakiyeke hunerî pêşkêş kir û tê de girêdana stranên kurdî, erebî, suryanî û ermenî destnîşan kir ku tabloyeke hunerî û rengê herêmê diyar dike.

​​​​​​​Koma Harmûnî bi çalakiyeke hunerî jiyana hevbeş a pêkhateya herêmê derxist holê
​​​​​​​Koma Harmûnî bi çalakiyeke hunerî jiyana hevbeş a pêkhateya herêmê derxist holê
​​​​​​​Koma Harmûnî bi çalakiyeke hunerî jiyana hevbeş a pêkhateya herêmê derxist holê
​​​​​​​Koma Harmûnî bi çalakiyeke hunerî jiyana hevbeş a pêkhateya herêmê derxist holê
​​​​​​​Koma Harmûnî bi çalakiyeke hunerî jiyana hevbeş a pêkhateya herêmê derxist holê
13 hezîran, 2021   20:45
QAMIŞLO

Bi sponserya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê Koma Harmûnî çalakiyeke hunerî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo pêşkêş kir û bi dehan ciwan û jinên ciwan pê kêfxweş bûn.

Koma Harûmî ji aliyê hunermend  Harotyon Madarjiyan ku dema çeteyên DAIŞ`ê Reqayê serwer kirin, ji wir koçberî bajarê Qamoşlo bûye û li vir peymangeha bi navê Peymangeha Harmûnî ya Muzîkê vedike.

Di peymangehê de koma bi nave "Harmûnî" ava kir û tê de ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen hene..

Vê komê çalakiyeke hunerî ku tê de tevahiya zimanên pêkateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate diyarkirin, pêşkêş kir.

Harotyon Madarjiyan ku gerînendeyê vê komê ye ji ajansa me re axivî û got: "Piştî peymangeh di salekê de hate pêşxistin, min xwest ku komekê ji xwendekarên peymangehê çêkim û min navê wê kir Harmûnî, jixwe gelek sedem ji vê yekê re hene, dema ez hatim Qamişlo, min dît ku şêniyên Eereb, Kurd, Suryan, Ermen û Asûr bi hev re dijîn û sedema navlêkirina komê ev bû ku girêdana pêkhateyên herêmê nîşan dike."

Harotyon Madarjiyan diyar kir ku koma Harmûnî stranên kurdî, eremenî, suryanî, asûrî, merdelî û erebî pêşkêş dike, ji ber ku mîrateya herêmê ye û armanca me bi rêya vê hunerê yekitiya pêkhateyan e, ji ber mûzîk zimanê cîhanê ye.

Harotyon Madarjiyan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Her yek bi hunera xwe xwedî nameyek e û nameya me ya bi rêya vê hunerê ew e ku ji cîhanê re bibêjin em di welatekî de dijîn, bi Kurd, Ereb û Suryaniyên xwe ve û ev e mûzîka me ya hevbeş."

(eh)

ANHA