Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serî li dozgeriyê da

Malbata rêber Abdullah Ocalan, parêzer û wasîsên wî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serî li dozgeriyê da
11 hezîran, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Mazlûm Dînç, Ibrahîm Bîlmez, Nevroz Uysal û Serbay Koklu ji bo ku miwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Mehmet Ocalan, birayê rêber Abdullah Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç, her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir.