Li Kobanê ji ber qirêjbûna ava Firatê hezar û 377 rewşên jehrîbûnê

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd got di encama qirêjbûna ava çemê Firatê de, rewşên jehrîbûnê zêde bûn û li Kobanê zêdetirî hezar û 377 şênî jehrî bûne.

Li Kobanê ji ber qirêjbûna ava Firatê hezar û 377 rewşên jehrîbûnê
11 hezîran, 2021   10:06
KOBANÊ - NÎHAD KERHO

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser herêmên Sûriyê ji 27’ê Kanûnê ve qut kiriye, gelek pirsgirêk û astengî derketin, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jê jî qirêjbûna avê û rewşên jehrîbûnê yên ji ber vexwarina avê.

Yên herî zêde zirar ji ber kêmbûna ava çemê Firatê dîtine, şêniyên kantona Kobanê ne ku bi xetereya jehrîbûnê rû bi rû mane. Ji ber ava vexwarinê ya ji çem tê, bi taybet li gel bilindbûna germahiyê, qirêjî ye û li gorî rapora Desteya Tenduristiyê hezar û 377 kes jehrî bûne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê wiha got: "Di encama qirêjbûna çemê Firatê de di vê mehê de li Kobanê zêdetirî hezar û 377 kes jehrî bûn, piraniya wan jî ji navçeyên Qenayê û Sirînê ne."

Mehmûd wiha domand: "Sedema rewşên jehrîbûnê, şênî avê yekser ji çem vedixwin. Ji ber ava çemê kufik bûye û pêdivî bi madeyên klorê heye ku paqij bibe. Li gel wê jî Saziya Avê, ava ku tê Kobanê paqij dike."

Mehmûd got: "Îhtîmal e ku rewşên jehrîbûnê di vê mehê de zêde bibin, bi taybet bi hatina havîn û bilindbûna pileyên germahiyê re ku çem zêde qirêjî dikin. Lê çareyek heye ku ev rewş derbas bibe, ew e ku av bi klorê paqij bibe yan jî were qermkirin."

Germahiya bilind rêjeya qirêjbûna avê zêde dike, ji ber ku oksîjenê di avê de kêm dike û pêdiviya avê bi pileya 15 derece heye ku oksîjena xwe biparêze. Lê di havînê de û li gel pileya zêdetirî 40 dereceyî qirêjbûna avê zêde dibe.

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de, tevahî rêbazên şerê taybet an jî yekser ji bo koçberkirina şêniyên herêmê bi kar anîn, jê siyaseta şerê avê û binpêkirina wê ya ji qanûnên navnetweyî re yên girêdayî herikîna avê ji xakên wê ber bi Sûriyê ve.

Li gorî peymana di navbera hikumetên Sûriyê û Tirkiye de ya 1987’an hatiye îmzekirin, divê dewleta Tirk di her saniyekê de zêdetirî 500 metrekab avê ber bi Sûriyê ve berde û Iraq jî ji sedî 58 para xwe jê wergire. Lê dewleta Tirk ji zêdetirî 4 meh û nîvan ve kêmtirî 200 metrekab di her saniyekê de berdide.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hxb10nDbYpg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>