Hiqûqnas: Beriya Lozan bi dawî bibe, dewleta Tirk dixwaze her tiştî bi dest bixe

Hiqûqnas Elaedîn Xalid got: "Beriya ku dema peymana Lozanê bi dawî bibe, dewleta Tirk dixwaze her tiştî bistîne, Mîsaqa Mîllî û împratoriya Osmanî zindî bike."

Hiqûqnas: Beriya Lozan bi dawî bibe, dewleta Tirk dixwaze her tiştî bi dest bixe
11 hezîran, 2021   09:51
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên dagirkirina herêmên Rojhilata Navîn, bi taybet Iraq û Sûriyê  û gelan qir bike, didomîne.

Li gorî peymana Lozanê ya 1923'yan sînorê desthilata Osmanî heta sînorê Tirkiyê ye, ku ji Anadoliya, beşeke mezin ji Kurdistanê pêk tê. Dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirina çandî û fîzîkî li dijî gelan da destpêkirin û hîna didomîne û di gelek boneyan de xwest Heleb û Mûsilê tev li xaka xwe bike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan di 29`ê Îlona 2016`an de gotibû peymana Lozanê ji bo tirkan wekî têkçûyînekê ye. Mebesta wî ji vê yekê jî ew bû ku ber bi dagirkirina erdên Bakurê Sûriyê û Iraqê ve biçe.

Piştî demek di ser vê xîtaba wî re derbas bû, artêşa Tirk a dagirker rasterast bi buhaneya şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê êrişî bajarên Carablus, Bab, Mari û Ezaz ên gundewarê bakurê Helebê kir.

Erdogan di nava axaftina xwe de behsa planên xwe yên 2023`yan kir ku dê aliyên siyasî yên Tirkiyê biguhere.

Peymana Lozanê ya 1923'yan ku dewleta Tirk bi daxwaza dewletên hevalbend îmze kiribû, di 2023'yan de bi dawî dibe. Li gorî vê peymanê sînorê desthilata Tirkiyê hate guhertin.

Erdogan planeke berfireh heta 2023`yan danîbû û armancên wê diyar bûn, ku ew jî îbtalkirina peymana Lozanê, jinûveavakirina împaratoriya Osmanî  û pêkanîna Mîsaq Mîllî ye.

Der barê vê mijarê de hiquqnas Elaedîn Xalid ji ajansa me re axivî û wiha got: "Dîroka dewleta Osmanî ji destpêka êrişên wan ên dagirkerane ve bi qetilkirin û rijandina xwîna tevahî pêkhateyên herêma Rojhilata Navîn dest pê kir."

‛RÊZEKOMKUJÎ’

Xalid îşaret bi komkujiyên ku Osmaniyan beriya niha li bajarê Helebê pêk anîne kie û wiha dewam kir: "Komkujiya Tilel a li gorî kombûna seriyên qutkirî, komkujiya Çiyayê El-Nesarî û El-Meşhed, komkujiya Cami El-Etrûş a li dijî elewiyan ku di encamê de bi hezaran elewî bûn qurban."

Xalid da zanîn ku dewleta Tirk ol bi kar tîne da ku planên xwe li herêmê pêk bîne û diyar kir ku dîroka dewleta Osmanî û sûcên qetilkirin, wêrankirin û komkujî ku neviyan pêk anîn, tevahî di bin navê îslamê û olê de hatin kirin."

Elaedîn Xalid bal kişand ser peyaman Sykes -Picot ku Kurdistan kiriye çar parçe, peymana Sîver 1920`an û madeyên 63-54 û 65’an ku îşaretê bi mafên Kurdan dikin û ev şîrove kir: "Dewleta Tirk gelek tawîz dan hin dewletên Ewropa bi giştî û Rûsyayê bi taybet heta ku peyamana Sîver îbtal kir û peyamana Lozanê mohr kir."

Xalid diyar kir ku peymana Lozanê şertek danî pêşiya dewleta Tirk ku li beramberî wê mafên kurdan nede û peymana Sîver ibtal bike.

Hiqûqnas Elaedîn Xalid behsa destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê kir û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker û AKP`ê bi buhaneya şoreşê destwerdana kar û barên Sûriyê kir, lê tu têkiliyên dewleta Tirk bi şoreşê re tune ye, ne ji nêz ne ji dûr ve, lê armanca wê destwerdana kar û barên hundirîn ên Sûriyê bi giştî û têkbirina hebûna kurdî ya li Bakur û Rojhilatê sûriyê bi taybet e."

Têkildarî peymanên di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de Xalid eşkere kir ku dewleta Tirk gelek tawîz dan hikumeta Sûriyê û di encamên peymanan de tevahî çete ji Şamê û heta bi Helebê derxistin da ku wan li Bakurê Sûriyê bi cih bike.

Hiquqnas Xalid bal kişand ser peymana di navbera Rûsya û dewleta Tirk ya der barê dagirkirina bajarê Efrînê de ku li hemberî Xûta ya Şamê ji hikumeta Sûriyê re bimîne û got: "Ev yek bi armanca têkbirina projeya pirengî ya demokratîk a ku li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin, bû."

Xalid destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk ditirse ku projeya demokratîk li Tirkiyê jî pêk were.

Xalid ev li gotina xwe zêde kir: "Artêşa Tirk a dagirker sûcên dîrokî pêk anî, jê wêrankirin û talankirina şûnwarên ku dîroka Kurdan li Efrînê misoger dike. Li dijî mirovahî û li dijî niştecihên resen hovîtirîn sûcan pêk tîne, jê qetilkirin û îşkencekirin e. Li dijî jinan sûc pêk anîn û avahiyan zindî wêran kirin. Malbatên çete yên ji tevahî herêmên Sûriyê, li Efrînê bi cih dike da ku demografiyê biguhere."

Elaedîn Xalid diyar kir ku sûcên ku li Efrînê têne kirin di nava bêdengiyeke navneteweyî, mirovî û hiqûqî pêk tên û got, ev eşkere dike ku ew şirîkên dagirkeriyê ne.

Hiquqnas Xalid diyar kir ku dewleta Tirk bi van sûcan, binpêkirin û pêkanîna siyasetên bêserûber, nemaze bi hatina projeya nû ya Rojhilata Navîn û beriya bidawîbûna dema peymana Lozanê re dixwaze împaratoriya Osmanî zindî bike.

Hiquqnas Elaedîn Xalid wiha gotina xwe bi dawî kir: "Planên dewleta Tirk ên mêtingeriyê li Efrînê sînordar namînin, lê belê dê li tevahî herêmên ku dewleta Tirk ji Mîsaqa Millî dihesibîne, pêk bên û dagir bike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_nnBWSjYiFw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>