Li Efrînê guhertina demografîk didome:  325 malbatên filistînî tên bi cihkirin

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) di lêkolîneke xwe de bal kişand ser guheritna demografîk  ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya komên Îxwan El-Muslim li Efrînê pêk tîne.

Li Efrînê guhertina demografîk didome:  325 malbatên filistînî tên bi cihkirin
11 hezîran, 2021   04:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li herêma Efrîna dagirkirî didomînin. Li ser van sûcan, bi taybet guhertina demografîk û avakirina avakirina mêtîngeriyê, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) di 9'ê Hezîranê de raporeke weşand

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve di sala 2018’an de, Tirkiye guhertinê di demografîka wê de pêk tîne. Piştî pêvajoyên koçberkirina bi darê zorê ya ku ji sedî 75 ji niştecihên resen rastî wê hatin, Tirkiyeyê dest bi damezirandina projeyên mêtingeriyê kir da ku Ereb û Tirkmenan ji deverên cur bi cur ên herêmên Sûriyeyê bi cih bike. Armanc ji vê yekê jî ew e ku nasnameya kurdî li herêmê tune bike û hebûna Kurdan li wir nehêle. Ev yek bi rêya hevrêziya di navbera wê û dewletên ku alîkariya wê dikin de pêk tê, her wekî Kuwêt û Qeterê. Ev aliyên ku alîkariya Tirkiyeyê dikin, bi navê alîkarî û mirovahiyê piştgiriyê didin komeleyên mêtingeriyê yên nerewa li Efrînê da ku wan projeyên dagirkeriyê pêk bînin.

Di encamê de malbatên çekdarên Artêşa Azad û tundrawên DAIŞ`ê yên ku ber bi Efrînê ve reviyan, hatin bicihkirin. Li gorî ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê piştrast kir, rêjeya van kesan li Efrînê di sala 2020’an de gihaşt nêzî ji sedî 65.2’yan.

Ji bo peydakirina binemayên aramiyê li herêmê û ji bo sepandina dagirkeriyê, dewleta Tirk dest bi avakirina hejmareke projeyên niştecihbûnê li tevahiya herêmê kir. Mînak, li Mirêmînê ya li rojhilatê bajarê Efrînê, gundek bi navê “Gundê Şamî” hat avakirin. Li Baflona ku piraniya xelkên wê êzidî ne jî, 70 malbat ji gundewarên Helebê û Xûtayê hatin bicihkirin û piştgiriya darayî ji bo wan malbatan hat pêşkêşkirin.

Her wiha 3 komelgehên mêtingeriyê li Ernede, deşta gundê Sinarê û deşta Şadiya hatin avakirin. Anku ev mêtingeh li ser sînor,  ji navçeya Şiyê (Şêx Hedîd) heya navçeya Racoyê hatin avakirin. Ji aliyekî din ve komelgehên niştecihbûnê li van deveran jî hatin avakirin: Efraza û Hecî Hesneyê piştî hilkirina darên zeytûnan û li gundê Baslehaya yê li başûrê Efrînê jî komelgeheke niştecihbûnê hat avakirin. Her wiha li gundên Şêrawa û bi taybetî li Dêra Mişmiş û Xalta ya ku navê gundê Kuwêt Elehrma lê hat kirin û bi alîkariya komên Îxwanî yên li Kuwêtê hat avakirin. Bajarê Sebah Elehmed ê xêrxwaziyê yê ku bi perepêdana Komeleya Xêrxwaziya Îslamî ya Cîhanî ku bi dizî li bakurê rojavayê Sûriyeyê hat avakirin; lewre heya niha cihê vî bajarî nehatiye diyarkirin. Her wiha komelgehên mêtingeriyê li Meydana Ikbes û li bakurê rojavayê Cindêrsê û taxa Eşrefiyê li navenda Efrînê hatin avakirin.

Ne tenê wisa, lê belê dewleta Tirk hejmareke kamp li ser sînorê Bakur-Rojava dane avakirin. Ev kamp li van cihan in: Bilbil, gundê Sorke li navçeya Rajoyê, gundê Mihemediyê û Dêra Belût. Nêzî 600 malbat ji mêtingehên başûrê Şamê li van kampan bi cih bûn, di nava wan de 325 malbat filistînî ne. Li gorî Navenda Belgekirinê ya Sivîl a Koçberên Filistînî, hejmara Filistîniyên ku sala borî li bakurê Sûriyeyê bi cih bûne, gihaştiye nêzî 7 hezar û 500 kesî. Ev mêtinger ji Dera, Humis, Heleb û Kampa Yermûkê ya li Şamê hatine anîn.

Armanc ji vê yekê ew e ku kemereke Tirkmenî li ser sînorê di navbera Bakur û Rojava de were damezirandin. Li gorî ku ‘Navenda Malcom Kerr Carnegie’ ya Rojhilata Navîn tekez kiriye: “Tirkmen ji hemû mêtingerên din bêtir dikarin hebûna Osmanî li herêmên sînorî yên Sûriyeyê biçesipînin.” Ji ber wê Tirkiye hewl dide Tirkmenan li herêmê bi cih bike.

Ji bo ku ev yek were pêkanîn, di tomarkirineke dengî ya serokê “Komeleya Jiyana Birûmet li Xezayê” de, hat diyarkirin ku hevrêzî di navbera komeleyê û komên Îxwan El-Muslimîn ên li Misir, Kuwêt, Qeter û Tirkiyeyê de heye. Armanc ji vê hevrêziyê ew e ku piştgirî û pere pêşkêşî komeleyên li Efrînê were kirin da ku projeyên mêtingeriyê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê yên neteweyî û Îxwanî werin damezirandin. “Komeleya Jiyana Birûmet li Xezayê”, vê salê zeviyên çandiniyê yên li gundê Til Tewîl ê li Efrînê bi armanca avakirina projeyên niştecihbûnê, desteser kirin.

Yek ji wan komeleyan, Komeleya Destên Spî ye. Navenda vê komeleyê li Enqere ye û 45 hevkarên wê hene û li deverên koçberî û kampan piştgiriya wê dikin. Ev komele projeyên lezgîn û awarte pêk tîne. Vê komeleyê nivîsgeheke xwe ya bi navê “Meclisa Bilind a Tirkmenên li Sûriyeyê” li Efrînê vekir da ku piştgirî û peredana projeyên ku li gund û taxên Efrîna dagirkirî pêk tên, bike. Di encamê de komelgeheke niştecihbûnê nêzî Kalê Newalê li gundê Şadîr ê ku piraniya niştecihên wî êzîdî ne, ava kir. Navê “Besme” li vî gundê nûavakirî hat kirin û ev gund ji bo niştecihkirina Tirkmenan hat avakirin, ew jî bi hevkariya  komeleya “Ihsan a Hewarhatin û Geşepêdanê” ya Tirkî ya ku navenda wê li Enqereyê ye hat damezirandin. Ev komele alîkariyê pêşkêşî malbatên çekdarên raperîna tîreyî li Sûriyeyê yên bi navê Artêşa Azad an jî Artêşa Niştumanî, dike. Ev komele di avakirina projeyên mêtingeriyê li Efrînê de beşdar bû. Armanc ji avakirina van projeyan ew e ku Tirkmenên li Humis û Ladiqiyê werin hewandin. Ne tenê wisa lê belê bi armanca avakirina projeyên xwe yên niştecihkirinê, zeviyên çandiniyê li gundê Til Tewîl desteser kirin û 247 yekîneyên niştecihbûnê li bakurê rojavayê Cindirêsê ava kirin; ew jî piştî ku zeviyên çandiniyê yên di navbera gundên Kefer Sefre û Tatarayê de desteser kirin.

Her wiha ji ber ku komeleya “Dana Bêsînor a Qeterî” ji bo destekdayîna neteweya Ereb a îslamî dixebite, projeyên niştecihbûnê li Efrînê pêk anîn. Ev komele ji aliyê perepêdanê ve bi awayekî yekser xwe dispêre rêveberiya Qeterê. Vê komeleyê bi tena xwe alîkariya darayî pêşkêşî mêtingerên Xûta, Humis û Dêrazorê yên li Efrînê kir ew jî bi rêya avakirina komelgehên niştecihbûnê ji wan re li Efrînê.

Lê belê “Komelya Xêrxwaziyê ya Cîhanî ya Geşepêdan û Pêşxistinê” ya ku Kuwêt navenda wî ya sereke ye, beşdarî perepêdana projeya avakirina mêtingehên nû li Efrînê bû. Çimkî weke ku ew dibêje; “Ew hewl dide geşepêdaneke civakî ya mayînde û projeyên mirovî li Kuwêt û derveyî wê; bi taybetî li Sûriyeyê pêk bîne.”

Piraniya van komeleyan alîkariya darayî bi rêya dergehên sînorî pêşkêş kiriye; nemaze li navçeya Cindirêsê, çimkî ew nêzî van dergehên sînorî ye; Dergeha Gundê Hemam û Dergeha Etmê. Ji ber wê jî navçeya Cindirêsê ji deverên din bêtir rastî pêngavên mêtingeriyê hat. Di encama van pêvajoyên mêtingeriyê de, koçberkirina bizorê û neçarkirina xelkê da ku dev ji zevî û xaniyên xwe berdin û di encama anîna mêtingeran de, rêjeya niştecihên Kurd li gundên Cindirêsê vegeriya ji sedî 30 û li navenda navçeyê bi xwe vegeriya ji sedî 25.

Siyaseta tirkkirin û erebkirinê ya ku ji hêla Tirkiye û komên Îxwanî ve tê meşandin, stratejiya tirkî ya der barê Kurdan de bi giştî û Efrînê bi taybetî, eşkere dike. Jixwe di warê qirkirin, komkujî û guhertinên demografîk de, dewleta Tirk a dagirker xwedî dîrokeke tijî ye (li Kurdistan, Ermenistan, Îskenderûn û hwd). Tişta ku niha li Efrînê jî dike xelekeke ji zincîra mebestên Osmanî yên qirêjî ye, ev hemû bêyî ku deng ji tevahî cîhanê were, pêk tên.

 

https://www.nrls.net/1742/