ꞌDivê civaka navneteweyî bi çavekî mirovî li dosya rêber Ocalan binêreꞌ

Çalakgerên siyasî û hiquqnas diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk e yê ku ji cîhanê re isbat kir ku ev projeyeke aştiya cîhanê û jiyana hevbeş e.

ꞌDivê civaka navneteweyî bi çavekî mirovî li dosya rêber Ocalan binêreꞌ
11 hezîran, 2021   01:41
TEBQA

Ji beriya 20 salan ve dewleta Tirk a dagirker li greva Îmraliyê tecrîd li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, da ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, têk bibe.

Der barê vê yekê de çalakger û hiqûqnasan, ji ajansa me re nirxandin.

Çalakgerê siyasî Mehmûd El-Îsa got:"Dewleta Tirk û hevbelbendên wê li dosya rêbertî wekî dosyeke mirovî ku banga avakirina neteweya demokratîk û piştgiriya pêkhateyan dike, nanêre. Lê belê wekî ku li ser Rojava û Tirkiyê bi taybet xetere ye dinêrin."

Mehmûd El-Îsa axaftina xwe bi vê nirxandinê dewam kir:"Rêber Abdullah Ocalan projeyeke dijberî desthilatdariyê û dîktatoriyetê pêşkêş kir wekî li Tirkiyê, Sûriyê, Îran, Iraqê û pirraniya herêmên Rojhilata Navîn da ku piştî şerên Rojhilata Navîn pê re rû bi rû ma adalet, demokratî, azadî û wekheviya jinan zindî bike."

El-Îsa destnîşan kir ku hin çalakgerên siyasî, mafnas piştgiriya doza Rêber Abdullah Ocalan kir û bang li dadgehên xwe kirin ku doza wî di ber çavan re derbas bikin, bi taybet dadgeha navneteweyî û rêxistina mafên mirovan ku şahideke vê doze ye û wekî ku Rêber Abdullah Ocalan welatiyekî tirkî ye û qanûna tirkî bin pê kiriye nêzîk bû.

Çalakgerê siyasî û mafnasî Mehmûd El-Îsa di dawiyê de ev xal rêz kirin:"Em wekî siyasetmedaran û mafnasan naxwazin çîrok û komploya li dijî rêbertî pêk hat ji nû ve dubare bikin, ji ber ku cîhan tevde dizane çi bi rêbertî re çêbûye. Lê belê em dixwazin adaletek di doza rêbertî de hebe, ji ber ku doza wî dozeke neteweyî ye û ne tenê girêdayî gelekî yan jî beşekî yan jî pêkhateyekê ye, lê ji vê zêdetir e, Rojhilata Navîn bi giştî digire nava xwe."

Endama Komîteya Azadiya Rêbertî Mûna Ebdulkerîm axivî û got:"Em tecrîda nerewa ya li ser rêbertî şermezar dikin û bang li rêxistinên mirovî, civaka navneteweyî û desteya NY`yê dikin ku zextê li ser Tirkiyê bikin, da ku rêbertî serbest berdin, ji ber ku yek ji bendên girîng ên domandin û piştgiriya projeya ku me dest pê kiriye ye. Ew jî  projeya neteweya demokratîk e ya ku isbat kir ku ev projeya aştiya cîhanî û jiyana hevbeş e."

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Şeza El-Hisên bal kişand ser ku ev komplo 22 salan dewam kir û got:"Di heman demê de li dijî fikirê azad ê demokrat û hîmên felsefî yê ku Rêber Abdullah Ocalan pê bang kiriye pêk tê, lê em piştrast dikin ku ev komplo ne tenê rêbertî, lê belê her kesî dike armanc. Ji lew re em banga azadiya rêbertî, rakirina tecrîda li ser û peydakirina atmosfêrên bi ewle dikin."

Şeza El-Hisên di dawiya gotina xwe de ev got:"Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di heman demê azadiya gel û fikirê azad e yê ku dê serkeftina Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk misogertir bike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bFLG4ZtZ4Hc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>