Rêveberiya Sivîl a Minbicê têkildarî bûyerên dawî tedbîr girtin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê li hemberî bûyerên hefteya borî li Minbicê qewimîn, tedbîr girtin û diyar kir ku li hemberî şêniyên Minbicê û gundewarên wê bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabû û ew ji li ser provaksyonan hişyar kirin.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê têkildarî bûyerên dawî tedbîr girtin
10 hezîran, 2021   20:51
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi daxuyaniyekê tedbîrên li hemberî bûyerên ku beriya niha li Minbicê qewimîn eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji destpêka kombûyîna yekemîn a şêniyan 31.05.2021’an Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê li hemberî xwestekên gelan tedbîrên cidî girtin ku rêveberî ji mafên gelê Minbicê dibîne. Ji ber ku ev rêveberî ji nava gel derketiye û yekser rêveberiyê li gorî derfetên rêveberiya Minbicê û piştî gelek civînên bi şêx û rûspiyên eşîrên Minbic, gundewarên wê û rewşenbîrên bajêr ên ji tevahiya pêkhateyan gelek xwestekên wan bi cih anîn.

Têkildarî rawestandina erka xweparastinê û nîqaşkirina vê mijarê Rêveberiyê biryar da û li ser guhartina wê xebat kir, her wiha gelek girtiyên ku di nava bûyeran de hatibûn girtin, serbest berdan û birîndar derman kirin.

Piştre komîteyek ji 8 kesan pêk tê ava kir û erka wê ew e ku der barê bûyerên qewimîn, bandorên wê û peywendiya bi malbatên qurbaniyan, birîndaran û hevkariya bi komîteyên ku divêyabû ji aliyê eşîrên Minbic, nexasim eşîrên ku qurbanî û birîndarên wan hene de, lêpirsînê bike.

Ev komîte tevî komîteyên ji eşîran dendika komîteyên berfireh in ku ji tevahiya olan û pêkhateyên civaka li Minbicê û gundewarên pêk tê, erka wê veguhastina tevahiya xwestên gel ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye.

Vê komîteyê serdan kir, ji nêz ve rewşa birîndaran şopand û pêwîstiyên wan bi cih anî.

Heta vê dîrokê komîte bendewara avakirina van komîteyan e da ku bi wan re bicive, li xwestekên wan guhdarî bike û heta niha bi awayekî fermî daxwazên wan negihaştine vê komîteyê.

Li ser vê yekê em wekî endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê li hemberî gelê me yê li Minbicê û gundewarên wê bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabûn û li hemberî provaksyonên ku êdî diyar in kî ji ajandeyên derve li pey wan û armanca wan têkbirina ewlehî û aramiya bajarên me ye, hişyar kir.

Em di wê baweriyê de ne ku şênî û gelê me dê vê provaksyonan derbas bikin û em soz didin gelê xwe ku em ê bi cidî xebatê bikin û rasterast bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re têkiliyan çêkin da ku tevahiya xwestekên gel bi cih bînin."

(eh)

ANHA