ROJEVA NAVENAD NÛÇEYAN A 05-06-2021'AN

ROJEVA NAVENAD NÛÇEYAN A 05-06-2021'AN
4 hezîran, 2021   23:00

- Îbrahîm El-Qeftan anî ziman ku Erka Xweparastinê erkeke exlaqî ye û divê pirsgirêk bi rêya diyalogan werin çareserkirin. El-Qeftan diyar kir ku hin alî hewl didin sûdê ji bangên gel bigirin da ku ewlehiya herêmê xirab bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Reqayê got: "Armanca ji tevliheviya ku li Minbicê hate derxistin, derbekirina projeya neteweya demokratîk û hevgirtina nîştimanî ya li herêmên Rêveberiya Xweser e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyên Tebqayê piştrast kir ku divê civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike, ji ber ku ev projeyeke serkeftî ye ku li herêma Tebqayê hemû pêkhate li hev civandin û di şert û mercên herî dijwar de destkeftiyên mezin bi dest xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Ebdullah Berekat li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê tê veşartin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Bajarê Idlibê ji ber gelek mijaran bûye yek ji herêmên ku herî zêde hevsengî tê de nîn e, yek ji wan mijaran jî destwerdanên hêzên mêtinger e tevî îdeolojiyên wan ên tundraw û nakokiyên ku ji destpêka krîza Sûriyê ve hîna bi dawî nebûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên efrînî avakirina mêtîngehan şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze bi van mêtîngehan mayîna xwe li Efrînê rewa bike û demografiya wê biguhere da ku bide tirkkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Şahîn Lale diyar kir ku tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan ev 22 sal e didome û got “CPT û DMME di bin siya peymanên siyasî de tev digerin, li hember tecrîda giran bê deng dimînin û cezayên navneteweyî li dijî dewleta Tirk ferz nakin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jiyana siyasî li Lubnanê ji ber nîqaşên di navbera tîmên serokkomar Mîşel Ewn û serokê hikumeta erkedarkirî Seed El-Herîrî de di asta xwe ya hilweşiyayî de didome. Her du alî hevdû bi binpêkirinên erkên destûrî tawanbar dikin. Gelo çarenûsa hikumeta Lubnanê çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê çalakiyeke çandî li gundê Berkevirê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ciwan Mistefa got hejmara derziyên vîrusa Koronayê (Covid-19) ên ku derbasî herêmê bûne, kêm in û diyar kir ku piştî xebatkarên tenduristiyê dê derziyan bidin kesên temenmezin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kargeha Avê ya Firatê pêwîstiyên bajarê Reqayê yên ji ava paqij dabîn dike, di heman demê de li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tê firotin û bi vê yekê gavekekê ji gavên debarê bi cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di radeya yekemîn de debara xew bi çandiniyê peyda dikin ku ji sedî 75` jêdera quta wan a sereke ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA