Mamosteyên Tebqayê: Divê civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike

Mamosteyên Tebqayê piştrast kir ku divê civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike, ji ber ku ev projeyeke serkeftî ye ku li herêma Tebqayê hemû pêkhate li hev civandin û di şert û mercên herî dijwar de destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Mamosteyên Tebqayê: Divê civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike
5 hezîran, 2021   02:56
TEBQA

Rêveberiya Xweser bi vîna pêkhateyan hate damezirandin û wê di demeke kurt de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ji ber van hemû destkeftiyan, divê civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser wekî nûnera rastîn a gelên herêmê nas bike.

/kr/uploads/files/2021/06/04/185656_-1.webp

Der barê mjarê de, ajansa me bi mamosteyên Tebqayê re hevpeyvîn çêkirin. Yek ji mamosteyên herêmê Ehmed Şelaş got: "Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn tevî hemû barên ku hilgirtine ser xwe, projeyeke herî serkeftî ya rêveberiya demokratîk e. Rêveberiya Xweser piştî rizgarbûna ji terorê bi xebata xwe ya rêxistinî û rêveberî li herêmê guhertinên mezin pêk anîn."

Şelaş diyar kir ku Rêveberiya Xweser karîbû li herêmê bibe model, daxwazên civakê pêk anîn û li ser bingeha jiyana hevbeş bû pêşenga hemû pêkhateyan.

/kr/uploads/files/2021/06/04/185722_-2.webp

Mamoste Rena El-Fayiz jî wiha axivî: "Dem hatiye ku civaka navneteweyî bi awayekî fermî bi Rêveberiya Xweser îtîraf bike ku bi vîna pêkhateyên herêmê ava bû. Her wiha piştgiriya wê bike ji ber ku destkeftiyên rastîn di demeke kurt de pêk anîn."

Rena gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Rêveberiya Xweser di warê perwerde, aborî, tenduristî de û li ser hemû astan, bi rêya saziyên civaka sivîl gelek xebat ji gel re pêşkêş kirin ku ji hêla gel ve têne birêvebirin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6NLe5y63ITA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>