Hiqûqnas: Tecrîd ne rewa û bêexlaqî ye, divê demildest bi dawî bibe

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Şahîn Lale diyar kir ku tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan ev 22 sal e didome û got “CPT û DMME di bin siya peymanên siyasî de tev digerin, li hember tecrîda giran bê deng dimînin û cezayên navneteweyî li dijî dewleta Tirk ferz nakin.”

Hiqûqnas: Tecrîd ne rewa û bêexlaqî ye, divê demildest bi dawî bibe
5 hezîran, 2021   04:07
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan 22 sal e li Girtîgeha Îmraliyê didome û rêber Abdullah Ocalan ku di hucreya yekkesî de girtin, nahêlin bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bike, her wiha di meha Çileyê de jî cezayê disîplînê lê ferz kirin.

Piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re hatiye astengkirin. Lê piştî greva birçîbûnê ya 200 rojan a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, ango piştî 8 salan hevdîtin bi parêzeran hate kirin. Piştî 5 hevdîtinên parêzeran ên 02-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an hevdîtinên bi rêber Abdullah Ocalan re dîsa hatin astengkirin.

Nûçeyên têkildarî tenduristiya rêber Abdullah Ocalan ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê rê li ber fikaran vekir û piştî salekê ku agahî jê nayêm wergirtin, îdiayên di çapemeniyê de yên li ser şert û mercên tenduristî û ewlehiyê, ev fikar derxistin asta herî bilind. Di 25’ê Adarê de Mehmet Ocalan bi birayê xwe rêber Ocalan re tenê çend deqeyan bi telefonê axivî, lê ev jî hat qutkirin.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Şahîn Lale û endama Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Besîra Necme El-Dîn li ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan axivîn.

/kr/uploads/files/2021/06/04/194351_sahin-lale.webp

Şahîn Lale diyar kir ku tecrîd berdewama Komploya Naveteweyî ye ku di sala 1999’an de li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hat û got: "Hemû tiştên ku di dema dîlgirtina birêz Abdullah Ocalan de heta tecrîda îro pêk hatine, bêhiqûqiya navneteweyî derdixin holê. Tecrîda heyî ya li Îmraliyê nîşan dide ku biryar siyasî ye. Dewleta Tirk bi tecrîdê şikandina îradeya gelê Kurd armanc dike.”

Şahîn Lale, axaftina bi telefonê ya dawîn bi bîr xist û wiha axivî: "Tenduristiya birêz Abdullah Ocalan bi derketina vîrûsa Koronayê re di nava tevahiya civakê de bû sedema fikareke mezin. Birêz Ocalan di 25’ê Adarê de bi malbata xwe re sohbeteke telefonê kiribû û ev jî hatibû qutkirin. Mafê hevdîtinê li hemû cîhanê di hiqûqê de heye, lê li Îmraliyê biryarên siyasî mafên girtiyan ji holê rakirine. Li gorî hiqûqê ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqî ye û binpêkirina maf û azadiya mirovan e. Dewleta Tirk ku Peyamana Mafên Mirovan a sala 1948'an îmze kiriye, bi tecrîda xwe ya Îmraliyê re qaîdeyên vê peymanê binpê dike."

Şahîn Lale wiha pê de çû: "Ji aliyê hiqûqî ve mafê hemû girtiyan heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Nabe ku pêşî li vê bê girtin. Mafê hemû girtiyan e ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê heta niha dewleta Tirk binpêkirina qanûnên xwe û biryarên mafên mirovan ên navneteweyî didomîne. Tê xwestin ku gelê Kurd û birêz Ocalan di nava tecrîdê de ji hev cuda bikin."

‘CPT Û DMME DI BIN BANDORA SIYASETÊ DE TEV BIGERIN’

Parêzer Şahîn Lale bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li dijî tecrîda li Îmraliyê rexne kir û got: “Tevî ku DMME û CPT bi dehan raporên xwe yên li ser tecrîda Îmraliyê hene jî, sedemek tenê heye ku di vê mijarê de bê deng man. Ji ber ku bi temamî di bin bandora biryarên siyasî de tev digerin. CPT û DMME di bin siya peymanên siyasî de tev digerin, şertên tecrîda giran şermezar dikin lê cezayên navneteweyî li dijî dewleta Tirk ferz nakin."

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Şahîn Lale axaftina xwe wiha domand: “Di sala 2016’an de di dema tecrîda bi heman rengî ya li ser birêz Abdullah Ocalan a li Îmraliyê de me bi 35 parêzeran re komîteyek ava kir. Vê komîteyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan kampanya da destpêkirin û îmze berhev kirin. Wê demê hin zehmetiyên me yên ragihandinê hebûn û me xwe nedigihand armanca ku me dixwest. Di serdema dawî de wek Yekitiya Parêzeran me ragihand ku em amade ne rola parêzeriyê ji bo birêz Abdullah Ocalan bi cih bînin. Xebatên me li ser vê yekê dewam dikin."

Di dawiyê de Şahîn Lale diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ne normal e û got: “Me bi rêya e-maîlê peyama xwe ji CPT’yê re şand. Tecrîda li Îmraliyê ne normal e. Ev tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan tê kirin, di şexsê wî de hemû gelê Kurd rastî vê tecrîdê tê. Azadiya hemû gelê Kurd dikin hedef. Ji bo bidawîbûna tecrîdê em ê hemû berpirsyariya xwe ya parêzeriyê bi cih bînin, xebatên xwe bidomînin.”

‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ BISEKINE’

/kr/uploads/files/2021/06/04/194327_av.-besira.webp

Parêzer Beşîra Necmedîn jî got dewleta Tirk bi qanûnên xwe yên dermirovî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan giran dike û wiha axivî: "Li gorî hiqûqa cîhanê divê rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe. Lê belê tevî ku tecrîd di hiqûqê de sûc e jî, pêşî li hevdîtina rêber Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re tê girtin."

Beşîra Necmedîn destnîşan kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin bi binpêkirina hemû qanûn û qanûnên mafên mirovan pêk tê û wiha pê de çû: "Di van demên dawîn de tecrîda li ser rêber Ocalan zêde bûye. Di vê çarçoveyê de ez bang li hemû kesên ku mafê mirovan diparêzin, dikim ku divê gav bên avêtin ku hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re were kirin.”

Beşîra Necmedîn diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst ji belavbûna fikrên rêber Abdullah Ocalan ditirse û ji ber vê yekê tecrîd giran kiriye û wiha lê zêde kir: "Banga min li hemû sazî û dezgehên mafên mirovan ew e ku li dijî vê tecrîdê helwest nîşan bidin. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Divê dev ji vê tecrîda bêhiqûqî û bêexlaq bê berdan.”