Hêzên rejima Îranê kolberek din qetil kir

Hêzên rejima Îranê li devera Serpêl a parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kir.

Hêzên rejima Îranê kolberek din qetil kir
27 gulan, 2021   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê diyar kir, duh (26 Gulan) li sênorê Serpêl ê ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejima Îranê kolberek gulebaran kirin û di encamê de kolberê bi navê Qubad Rehmanî (28) yê ji Serpêl jiyana xwe ji dest da.

Hat gotin ku di dema Qubad Rehmanî vedigeriya malê de û ti tiştek di gel wî de nebû, hêzên rejima Îranê bêy ku wî agahdar bikin, ji cihek nêz de gule li wî barandin.