Hikmet Hebîb bû Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê

Îro endamên Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê nûnerê Desteya Nîştimanî ya Ereb Hikmet Hebîb ji bo hevserokê meclisê hilbijart.

Hikmet Hebîb bû Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê
27 gulan, 2021   16:57
QAMIŞLO

Di civîna Meclisa Qanûnsaz ku îro li navçeya Amûdê ya Qamişlo li dar ketiye de endamên meclisa hevserokekî nû li şûna hevserokê berê Hisên Ezam ku îstîfa kiriye, hilbijart.

Nûnerê Desteya Nîştimanî ya Ereb Hikmet Hebîb û nûnerê Desteya Koordînasyona Nîştimanî Fîsal El-Hisên ji bo hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz hatin hilbijartin û piştî dengdayîn Hikmet Hebîb bi ser ket.

Hikmet Hebîb berê cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bû.

(fr)

ANHA