Meclisa Malbatên Şehîdan 142 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo îro merasîma bîranîna 142 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan 142 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 142 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 142 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 142 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 142 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 142 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 142 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
27 gulan, 2021   18:48
QAMIŞLO

Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê bi amadebûna malbatên şehîdan, şênî û endamên TEV-DEM, PYD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat lidarxistin. Ew şehîd di demên cuda de ji mehên Nîsan û Gulanê şehîd bûbûn. Her wiha ew şehîd cihên xwe di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de digirtin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD`ê Zafer Mihemed axivî û diyar kir ku her şehîdekê/î ji gelê Kurd re pêngaveke meşandiye, hemû destkeftî bi saya şehîdan hatine bidestxistin.

Mihemed da xuyakirin ku ew hêza xwe ji şehîdan werdigirin û armanca hemû şehîdan ew bû ku welatekî azad ava bikin.

Mihemed destnîşan kir ku pêwîst e her kes bi gotinan erka xwe pêk neyne, divê xwedî li şoreşa xwe, rêveberî û hêza xwe derkeve.

Mihemed diyar kir ku bi boneya salvegera şehîdên mehên Nîsan û Gulanê ew hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û bi bîranîna wan şehîdan ew ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêş bixin.

Piştî axaftinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.    

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hTTiPeCn87M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>