Rojnameyên erebî: Îsraîl îşaretê bi rawestandina şer piştî du rojan dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa şerê Filistîn-Îsraîlê, rewşa Lîbya û rewşa Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Îsraîl îşaretê bi rawestandina şer piştî du rojan dike
19 gulan, 2021   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎSRAÎLÊ ÎŞARET BI RAWESTANDINA ŞER PIŞTÎ DU ROJAN KIR

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de behsa şerê Filistîn-Îsraîlê kir û wiha got: “Rêveberiya serokê Amerîkayê Jeo Biden teqez kir ku ji bo rawestandina şerê Filistîn-Îsraîlê ew li hemberî dîlomasiyaya piralî nasekine. Meclisa Ewlehiyê jî rûniştineke çaremîn a awarte li dar xist.

Duh serokê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi hin îşaret dan ku wê şer di rojan de bê rawestandin. Kochavi di hevdîtina bi serokên şaredariyan û hin kesayetên din ên ji bajarokên derdorê Xezayê re, got hin erkên din hene ku bombebarankirina Xezayê herî kêm heta du rojên din, pêwîst dike.

Ev yek piştî ku duh arêtşa Îsraîlê êriş û bombebarana taxa Remal a Xezayê dijwar kir, pêk hat.”

PIŞTÎ SALÊN DIRÊJ JI RAWESTANDINÊ, LI TERABLUSÊ XEBATÊN DÎPLOMATÎK

Têkildarî kar û barên Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Li paytexta Lîbya Terablusê nîşaneyên vegera xebatên dîplomatîk hene. Vekirina balyozxaneyên biyanî ji nû ve wekî nîşaneya vegera ewlehiyê tê dîtin.

Her wiha aktîvbûna tevgera balafirgehan, zêdebûna karasaz û veberhêneran ku soza destpêkirina qonaxa jinûveavakirinê didin. Balyozê Misirê li Lîbyayê Mihemed Serwet teqez kir ku balyozxaneya welatê wî li Tarblusê dê ji 3 heta 6 mehan de wekî berê vegere.”

LI KERBELAYÊ TEVGEREKE IRAQÎ BANGA HESABXWESTINA JI MÎLÎSAN DIKE

Rojnameya El-Ereb di kar û barên Iraqê de wiha nivîsî: “Îsrara çalakvanên xwepêşandanên Iraqê li ser şopandin û hesabxwestina ji kujerên aktîvîstê berz Îhab Weznî, rewşeke ne ji rêzê ava kir da ku mîlîs ji qanûn û hesabxwestinê nefilitin.

Çavkaniyên xwecihî yên nêzî tevgera gel li Kerbelayê teqez dikin ku tevger bi îsrar e ku dev ji doza Îhab Weznî bernede.”

(cx)