Fermandariya QSD: Bila gelê me hişyar be û nekeve pey lîstokên provokator

QSD`ê di derbarê bûyerên ku duh li navçeya Şedadê û hinek herêmên din ên Rêveberiya Xweser de rû dane daxuyaniyek da û bang li civakê kir ku li hemberî hewledanên provokaror hişyar bin û nekevin pey lîstokan.

Fermandariya QSD: Bila gelê me hişyar be û nekeve pey lîstokên provokator
19 gulan, 2021   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di derbarê bûyerên ku duh li Şedadê û hinek herêmên din ên Rêveberiya Xweser de rû dane, daxuyaniyek da raya giştî û xwest gel agahdar bike.

Me ew bûyer bi baldarî şopand. Divê bê zanîn ku ji guhertin û sererastkirina buhaya madeyên sotemeniyê sazî û dezgeyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser berpirsiyar in. Her wiha mûxatebê daxwaz û bertekên ku di xwepêşandanan de derketine jî, ne Hêzên Sûriya Demokratîk e, lê saziyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser in.

Hêzên Sûriya Demokratîk ji pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê berpirsyar e û bi vê erka xwe her tim rabûye. Salên dirêj, şerekî giran li hemberî DAIŞ û rêxistinên din ên terorî da meşandin ku vê yekê hişt ku gelê me bibe xwedî jiyanek asayî û bi ewle di herêmên me de. Divê çalakî û tevgerên girseyî ên bi vî rengî nebin sedem ku ev aramî têk biçe. Tevgerên tundbar xeteriyê diafirînin û ev yek sûdê li gelê me nake.

Tê dîtin ku di nav girseyên xwepêşandêran de hinek kesên bi rûpoş, rû veşartî û carinan jî hinek kesên çekdar ên ku xwe di nav gel de vedişêrin, êrîş dibin ser nuqte û çeperên hêzên ewlehiyê li herêma Şedadê. Divê gelê me hişyar be û bizanibe ku ev kirin provokasyon in. Em bang li gelê xwe dikin ku li hember van hewldanan hişyar bin, bi lîstokên van kesan nexapin û ji derveyî çarçoveya yasayî a parastina mafê xwe tevnegerin.