'Bi avakirina avahiyên mêtingeriyê dixwazin dîroka êzidiyan îmha bikin'

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ilyas Seydo helwesta xwe li dijî avakirina avahiyên mêtingeriyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, li Efrîna dagirkirî nîşan da û diyar kir ku armanc ji vê yekê îmhakirina dîroka êzidiyan e.

'Bi avakirina avahiyên mêtingeriyê dixwazin dîroka êzidiyan îmha bikin'
19 gulan, 2021   06:09
 QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

 

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya komeleyên qeterî û kiwêtî li gund û navçeyên bajarê Efrîna dagirkirî, nexasim li gundên êzidiyan avahiyên mêtingeriyê, ava dike.

Herî dawî jî li gundê Şadêrê yê êzidiyên navçeya Şêrewayê ya Efrînê, avahiyên mêtingeriyê têne avakirin, da ku malbatên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û welatiyên filistînî tê de bi cih bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku dewleta Tirk zêdetirî 750 malbatên filistînî ji herêmên Sûriyê derbasî kantona Efrînê ya dagirkirî kirin.

Têkildarî vê mijarê Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ilyas Seydo ji ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji çaxa dagirkirina bajarê Efrînê ve dest bi guhertina demografiyê kiriye û wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide êzidiyan dûrî ziman û ola êzidî bixe."

Seydo da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze şerê ku di vê demê de li Filistînê rû dide bikar bîne û malbatên Filistinê ku ji sala 1948`an ve li bajarê Sûriyê bi cih bûne derbasî bajarê Efrînê bike û wiha dewam kir: "Bi avakirina avahiyên mêtingeriyê dixwazin navê gundên êzidiyan û demografiya gundên me yên êzidiyan biguherin. Bi demê re dixwaze dîroka êzidiyan îmha bike."

'ÊZIDIYAN BI ZORÊ DERBASÎ MIZGEFTAN DIKE`

Seydo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê zorê li civaka êzidî dike û wan bi darê zorê derbasî mizgeftan dike.

Ilyas Seydo destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ew e dixwaze guhertineke demografîk ji hemû aliyan ve çêbike, guhertina ziman, çand û dîrokê.

Seydo da zanîn ku gelek rêxistinên Kendavê li kêlek dewleta Tirk a dagirker disekine û avahiyên mêtingeriyê li Efrîna dagirkirî ava dike û wiha dom kir: "Ev yek nîşaneya piştgirîdayînê ye ji bo dewleta Tirk da ku hîn bêhtir li Efrînê guhartinê çêbike."

Seydo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Efrînê dixwaze êzidiyan qir bike, li Şengalê jî gefan dixwe û wiha got: "Dewleta Tirk hevpeymanan bi hikumeta Bexdayê û herêma Başûr re pêk tîne da ku bi rêya wê re Şengalê dagir bike."

Seydo wiha dewam kir: "Armanc jê tunekirina êzidiyan e, bi tunekirina êzidiyan dê Kurd jî tune bibin."

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyên herêma Cizîrê Ilyas Seydo di dawiya axaftina xwe de got: "Em wekî Mala êzidiyan li dijî kiryarên dewleta Tirk in û em bang li cîhanê tevahî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li hemberî van kiryaran rawestin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UV8OvfPFdJY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>