Balafireke keşfê ya dewleta Tirk li ser gundewarên Şehba û Efrînê digere

Di van kêliyan de balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarên Şheba û Efrînê digere.

Balafireke keşfê ya dewleta Tirk li ser gundewarên Şehba û Efrînê digere
19 gulan, 2021   05:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker  li ser gundên Şehba û Efrînê digere.

Di saetên sibehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa û kela Şewarxa yên navçeya Şera û gundên Soxanekê, Bênê, Kilûtê û Meyasê yên navçeya Şêrawa topbaran kirin.

ANHA