ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-05-2021
18 gulan, 2021   23:00

- Dîroknas Biradost Mîtanî diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk komkujiya Kurdan e û kesên li hemberî vî şerî bê deng bimîne, bi taybetî jî hikumeta Başûr, mehkumî têkçûnê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê teqez kirin ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ku hewl dide hebûna gelên xwe dispêrin projeya neteweya demokratîk tune bike, xweparastin mafekî rewa ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ilyas Seydo helwesta xwe li dijî avakirina avahiyên mêtingeriyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, li Efrîna dagirkirî nîşan da û diyar kir ku armanc ji vê yekê imhakirina dîroka êzidiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Sûad Hiso teqez kir ku demografiya gundên êzidiyan ên li Efrîna dagirkirî, tê guhertin û ew rastî qirkirina etnîkî tên. Sûad bang li Kurdan û bi taybetî li civaka Êzidî kir ku li hemberî dagirkeriyê serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên rêveber ên Kongreya Star a herêma Firatê got êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê komployekek navneteweyî ya nû ye, mîna komploya ku berê li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê rêveber ê nivîsgeha PYD’ê  ya Şedadê Fadil Hisên got, dosyaya girtiyên DAIŞ’ê xeterî û gefeke rasteqîn li ser pêşeroja herêmê çêdike. Hisên got, erka hikumetên cîhanê ye ku  welatiyên xwe yên DAIŞ'î vegerînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên şoreşger bi meşeke dirêj  piştgiriya xwe ji Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re nîşan da û şêniyan bi kêfxweşî pêşwaziya meşvanan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Qonaxa duyemîn a Komxebata Hunera Şêwekariyê ya Rojava ya Sêyemîn di roja duyemîn de li navenda Mihemed Şêxo didome, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Endamê Desteya Aborî Beşê Kar û Barên Çandiniyê ya Herêma Efrînê endezyar Basim Osman got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mîna par, zeviyên cotkaran ên li Şehbayê dike hedef û gelek jê şewitandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Cuma Heyder bal kişand ser qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve û bandorên wê û got, dewleta Tirk hewl dide bi vê yekê fişarê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî salek ji ziwabûnê, cotkarên Kobanê dest bi mewsima çinînê kir lê qezenc têra tiştên çandî nake, ji aliyê xwe ve jî Rêveberiya Xweser dê di 25’ê vê mehê de dest bi wergirtina berheman bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî 22 salan û piştî ku ava çemê Firatê kêm bûye gundên li rojavayê Kobanê ku di bin ava çemê Firatê de mabûn, êdî xuya dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA