Li Kobanê civînek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin

Bi boneya Roja Şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê civînek ji malbatên şehîdan re organîze kir.

Li Kobanê civînek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Kobanê civînek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Kobanê civînek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Kobanê civînek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Kobanê civînek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Kobanê civînek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
18 gulan, 2021   19:44
KOBANÊ

Di civînê de bi sedan malbatên şehîdan ên herêma Firatê amade bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî axivî û wiha got: "Wateya vê mehê ji bo gelê Kurd pir mezin e, ji ber ku destpêka xeta berxwedanê ye."

Dûvre endama Kongreya Star Raperîn Kobanê wiha got, şehadeta şehîd Hakî Karer ji bo gelê Kurd bû xeteke mezin a berxwedanê û wiha domand: "Divê tevahî gel xwedî li şehadeta şehîd Hakî Karer derkevin. Rêber Ocalan got; divê şehadeta şehîd Hakî Karer bibe fikirek ku berxwedana li Kurdistanê li ser wê bimeşe. Ev berxwedana ku li hember tevahî komplo û êrişên li dijî gelê me pêk tê, bi saya têkoşîn û şehadeta şehîd Hakî Karer û tevahî şehîdên ku li ser şopa wî meşîne pêk hat."

Raperîn Kobanê da zanîn ku bingeha berxwedana girtiyan heta niha partîtî û xeta têkoşîna şehîdan a ku şopandina metoda Hakî Karer e.

Raperîn Kobanê diyar kir ku êrişên li dijî gelê Kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê pêk tên plan û komployên nû ne û wiha pê de çû: "Êrişên dawî ne tenê li ser Zap, Avaşîn û Metînayê ne, di heman demê de êrişên li dijî tevahî parçeyên Kurdistanê û her kurdekî/ê ne. Armanc ji van êrişan rêber Ocalan e ku gelê Kurd li ser bingehê fikir û felsefeya wî tê dikoşe."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Raperîn Kobanê got: "Ji ber ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê bê çare ma çekên kîmyewî bi kar anî. Em ê bersiva van êrişan bidin, ji lew re divê em van êrişan baş fêm bikin û li hemberî wê tê bikoşin û li ser şopa Hakî Karer û tevahî şehîdan bimeşin."

Raperîn Kobanê banga xurtkirina têkoşînê li gelê Kurd kir û  wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê gelê Kurd têkoşîna li hember dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiya Rêber Apo ye' xurt bike û dê ev pêngav bibe destpêka azadiya rêber Ocalan û Kurdistanê bi tevahî. Bi wê re em soz didin tevahî şehîdan ku em ê li ser şopa wan heta pêkanîna serkeftinê bimeşin."

Piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî ragihand ku dê di 20’ê vê mehê de dest bi çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin.

Civîn bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

 (fr)

ANHA