YE plan dike ku alîkariyan bişîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Rojnamevan Ronî Alasor da zanîn ku Yekitiya Ewropayê plan dike ku alîkariyên mirovî bi qasî 26 milyon euro bişîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

YE plan dike ku alîkariyan bişîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê
19 gulan, 2021   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Ronî Alasor ku li Norwêcê dimîne, eşkere kir ku Yekitiya Ewropayê (YE) diyar kiriye ku dê 130 milyon euro bişînin Sûriyê. Dê ji sedî 20 ji wê rêjeyê anku 26 milyon euro ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji ber girtina dergeha Til Koçer/Yerûbiyê ya ji ber vetoya Rûsyaê zirar dîtiye, bê şandin.

Alasor diyar kir ku komîseriya YE’yê destnîşan kiriye ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û hin desteyên din ên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo pêşkêşkirina alîkariyên tenduristî û alîkariyên taybet bi vîrusa Koronayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ji ber hikumeta Şamê astengiyên mezin kişandine.

Komîseriyê her wiha diyar kir ku YE dê tu alîkariyan nede hikumeta Şamê yan komên din ên leşkerî.

(cx)

ANHA