​​​​​​​Di Komxebata Rojava de semînerek hate dayîn

Ji rêzesemînerên ku dê di komxebata Rojava ya 3’yan de werin dayîn, îro şêwekar Munîr Şêxê semînerek bi sernavê "Xwendina rexne di tecrûbeya hunermend Zuhêr Hesîb de" da.

​​​​​​​Di Komxebata Rojava de semînerek hate dayîn
​​​​​​​Di Komxebata Rojava de semînerek hate dayîn
​​​​​​​Di Komxebata Rojava de semînerek hate dayîn
​​​​​​​Di Komxebata Rojava de semînerek hate dayîn
​​​​​​​Di Komxebata Rojava de semînerek hate dayîn
​​​​​​​Di Komxebata Rojava de semînerek hate dayîn
18 gulan, 2021   20:29
QAMIŞLO

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê bi sernava "Xwendina rexne di tecrûbeya hunermend Zuhêr Hesîb de" semînerek li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo da. Semîner bi beşdariya gelek pêşenegên komxebata Rojava ya 3’yan ya Hunera Şêwekariyê, serdavanên pêşangehê û hin dostên hunermend Zuhêr Hesîb hate dayîn.

Şêwekar Zuhêr Hesib sala 1960'î de ji bajarê Hesekê ji dayik bûye, di 1985’an de beşa wênegeriyê ji fakulteya Hunerên Bedew li zanîngeha Şamê/bi dawî kiriye û di tevahî tabloyên wî de nirxên xweşikbûn, aştî û hesreta azadiyê îfade dike.

Endamê komîteya amadekar a komxebata Rojava ya 3’yan a Hunera Şêwekariyê Munîr Şêxê semîner da, tê de bal kişand ser xebatên hunerî yên ku hunermend Zuhêr Hesîb pê rabûye û da zanîn ku hunermend Hesîb bi awayekî baş bi rê destan û efsaneyên Kurd ên kevn û bikaranîna wê bi rêbazekî şêwekarî ya nû û teknîka nûjeng parastina mîrasê kir.

Şêxê destnîşan kir ku hunermend Hesîb jin di tabloyên xwe de wek stûn an jî dara piştê esas digire. Di tabloyên Hesîb de tê diyarkirin ku jinan di dema dagirkirina Efrînê de gelek êş û azar kişandin.

Di semînerê de sînevîzyonek li ser xebatên şêwekar Zuhêr Hesîb û hin merheleyên jiyana wî hat pêşandan, piştre semîner bi bersivdana hin pirsên beşdaran bi dawî bû.

(fr)

ANHA