​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû

Vê êvarê, meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwanan piştî meşa 100 kîlometreyî bi peyatî gihaşt Dêrikê û şêniyên Dêrikê ciwan pêşwaz kir.

​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû
​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû
​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû
​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû
​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû
​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû
​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû
​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû
​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû
​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû
18 gulan, 2021   21:05
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan roja yekşemê dest bi meşa dirêj a 3 rojan kir. Meş ji Qamişlo de dest pê kir û vê êvarê gihaşt Dêrikê. Meş ji bo piştgiriya bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re û berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û piştevaniya girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de pêk hat.

Di meşê de bi sedan keç û xortên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn, di vê êvarê de dema meş gihaşt Dêrikê li tevahî kolanên sereke û şaxê û sûka navendî re gerîn û şêniyan ciwan pêşwaz kir. Di meşê de diruşmên silavkirina berxwedana HPG’ê ya li dijî dagirkeriyê û şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan hatin berzkirin.

Piştre beşdaran berê xwe da Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan û li wir meş vegerî mêtîngê û deqeyeke rêz girtin. Dûvre bi navê Yekitiya Jinên Ciwan Xunav Xelîl axivî û beşdarên tev li meşê bûne pîroz kir.

Piştî axaftinan, daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi zimanên erebî ji hêla Mihemed Elî û zimanê kurdî ji hêla Nesrîn Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji ciwan û gelê welatparêz ê Kurdistanê re, wek hûn dizanîn dewleta Tirk a dagirker bi erêkrina DYA’yê ji 23’yê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, da ku dagir bike. Em dizanin ku ne ji erêkirina DYA’yê be dewleta Tirk nikare gavekê jî biavêje.

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya kesên îxanetkar û hevkarên kurd rewabûnekê bide êrişên xwe. Armanca dewleta Tirk ne tenê têkbirina gerîla, PKK’ê ye, lê belê dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi tevahî ye.

Ji 23’yê Nîsanê û heta niha ve, dewleta Tirk a dagirker bi piştevaniya hêzên cîhanê tevahî çekên nûjen û pêşketî bi kar tîne, da ku herêmên gerîla dagir bike. Tevî hemû teknolojiya sedsala 21’an lê dagirkerî li hember berxwedana pola derbeyeke biêş dixwe. Em dizanin ku vîna hêzên gerîla ji pola ne û vîna xwe ji gelê Kurd ku canê xwe daye, werdigirin.

Gerîlayên PKK'ê hêza herî rawa ye ku parastina rewa ya gelê Kurd pêk tîne, her wiha  ji hemû destkeftiyên gelê Kurd garantor e. Hêzên gerîla ya ku hêza xwe ji gel digire li hemû deverî li hemberî êrişên dagirkeriyê sekinî û li kêleka gelê Kurd sekinî.

Gerîla bê teredudu ji eniyekê ber bi eniyeke din ve li ber xwe dide û rê neda ku dewleta Tirk Kobanê, Şengal, Kerkûk û Mexmûrê dagir bike. Em ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku gerîla ne tenê şoreşgerên li çiya ne, lê belê xwişk û birayên me ne. Em ji gelê xwe yên Kurdistanê re teqez dikin ku em piştgiriya gerîla dikin û em amade ne li rex wê beşdarî şerê li hemberî dagirkeriyê bibin.

 Li ser vî esasî em bang li gelê xwe yê wefedar û welatperwer dikin ku di vê rojê de sekna  li kêleka gerîla tê wateya helwesta rûmet û jiyana azad e. Divê ciwanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê seferberiya giştî ragihînin û bi gerîla re bin. Em hemû dizanin ku  bi yekitiya bi gerîla û ciwanan re dê tu hêz cesaret neke ku xaka me dagir bike

Di şerê rûmetê yê li Avaşîn, Zap û Metînayê de em bi gerîla re ne û bi diruşma bi ciwanên baz ber bi serkeftina Zagrosan ve em ê serkeftinê misoger bikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê Koma Cûdî ya girêdayê navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya Dêrikê stran gotin.

(fr)

ANHA