Bêrîvan Xalid: Têkildarî biryara 119'an dê sibe civîneke awarte were lidarxistin

Bêrîvan Xalid diyar kir ku dê sibe civîneke awarte lidar bixin da ku biryara girêdayî buhabûna madeyên sotemeniyê careke din di ber çavan re derbas bikin.

Bêrîvan Xalid: Têkildarî biryara 119'an dê sibe civîneke awarte were lidarxistin
18 gulan, 2021   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, rêveberiya xweser rêveberiya gel e, ji ber vê yekê dê sibe (Çarşemê) civîneke awarte li dar bixin da ku biryara buhabûna madeyên sotemeniyê di ber çavan re derbas bikin.

Bêrîvan Xalid got: "Em hêvî dikin ku gelê me bi pey hewldanên sorkirin û kişandina herêmê ber bi tevlihevî û fitneyê ve  ku him alî li pey wê ne, nekevin. Bila gelê me di wê baweriyê de bin ku ev rêveberî ya gel e û dê vîna û daxwazên gel esas bê girtin."

ANHA