​​​​​​​Rojnameyên erebî: Xeza hatiye rûxandin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa şerê Filistîn-Îsraîlê û aloziya Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Xeza hatiye rûxandin
18 gulan, 2021   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎSRAÎL BINESAZIYA XEZAYÊ HEDEF DIGIRE

Rojnameya Şereq El-Ewsat behsa şerê Filistîn-Îsraîlê kir û di wê derbarê de wiha nivîsî: “Duh, di roja 8`emîn a şerê de Îsraîlê bi dijwarî û bi awayekî ne ji rêzê binesaziya Xezayê hedef girt û kolan, mal, xetên kehrebeyê û kargehên aboriyê rûxandin. Her wiha bi êrişên asîmanî rayedarê mezin ê Seraya El-Quds a girêdayî tevgera Cîhada Îslamî Hûsam Ebû Herbîd, kuşt.

Di bombebarana berifeh a li dijî erebe, mal, sazî, kargeh, dezgehên hikumetê, kolan, stasyonên kehrebeyê û avê de, fermandarê leşkerî jî di nav de gelek kes ji aliyê Îsaîlê ve hatin kuştin. Bi wê yekê trajediya welatiyên Xezayê yên ku berê hatine dorpêçkirin, zêdetir bûn.

Di van kêliyan de, hewldanên navneteweyî dewam dikin. Li gorî Reutersê, serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku dê Macron di rojên pêş de bi serokê Misirê û mîrê Urdunê re li ser pêşniyareke berçav a aramiyê û rêgeheke muhtemel a danûstandinên di navbera Îsraîlê û Filistîniyan de, kar bike.

DYA`yê red kir ku tev li endamên din ên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî bibe, ku wan li ser projeya ku ji aliyê Tûnis, Nerwêc û Çîna ve ji bo agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de li Xezayê hatibû pêşniyarkirin, erê kiribûn.

LÎBAY..JI BO FERZKIRINA EWELHIYÊ LI WELÊT ARTÊŞ BANGA TASFIYEKIRINA MÎLÎSAN DIKE

 

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî kar û barên Lîbyayê wiha nivîsî: “Artêşa Lîbyayê di salvegera 7`emîn a destpêkirina operasyona El-Keramê ya li dijî komên terostî de, nameyek da mîlîsan. Artêşê teqez kir ku ew nikarin pişta xwe bidin mîlîsan ji ber ku ew ji derveyî qanûnê ne û gefê li ewlehiya giştî dixwin. ARtêşa Lîbyayê banga tasfiyekirina mîlîsan kir.

Berdevkê fermî yê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got artêşa Lîbyayê bi dîspilîntir e û ew bi mîlîsan re nayê hevrûkirin. El-Mismarî dauxyand ku ew mîlîs qebîleyên xwe temsîl nakin, ji derveyî qanûnê ne û gefan li ewlehiyê giştî dixwin.

(cx)