​​​​​​​Jinên siyasetmedar li dijî êrişên dagirkeriyê banga hevgirtinê kir

Jinên siyasetmedar diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên qirkirin û dagirkeriyê pêk tîne. Jinan banga hevgirtinê li hemberî van êrişan kir.

​​​​​​​Jinên siyasetmedar li dijî êrişên dagirkeriyê banga hevgirtinê kir
18 gulan, 2021   00:38
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dike û hewl dide van herêman dagir bike.  Di van êrişan de çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne.

Dewleta Tirk piştî ku di navîna Sibata borî de li hemberî berxwedana gerîlayan a li Garê bi bin ket, êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin.

Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê li dijî van êrişan di nava çalakiyan de ne û wekî êrişên "Dagirkirin û qirkinê" bi nav dikin, nexasim ku ev êrişî rojek beriya salvegera 106`emîn a qirkirina Ermenan ku Osmaniya 1915`an pêk anîbû dest pê kir.

Endama Rêveber a Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Taz Paşa diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide hegemonî û serweriya xwe li herêma Rojhilata Navîn ferz bike û got: "Kurd ji ber dagirkeriya Tirk a ku hewl dide wan qir bike xwedî dîrokeke bi êş e. Ev yek di dagirkirina bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û êrişên li dijî Şengal û Qereçoxê de diyar kir, di heman demê de êrişên dawî yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn jî beşek ji van planan e."

Taz Paşa diyar kir ku hêzên gerîla li Garê artêşa Tirk bi bin xistin û ev nameyeke xurt a ji Tirkiyê re ye ku tê wateya:"Bi hevgirtina tevahiya pêkhateyan dê Kurd tune nabin." Her wiha destnîşan kir ku gerîla ne tenê ji bo Kurdan şer dike, lê belê ew hêzeke parastina tevahiya pêkhate, reng û rêolên li herêmê dike.

Taz Paşa da zanîn ku li hemberî êrişên dagirkeriyê divê hewlesteke cidî hebe û wiha got:"Êdî Tirkiye xeteriyeke eşkere li ser herêmê çêdike û divê Kurd li  dîrokê vegerin da ku asta sûcê artêşa Tirk li  dijî wan pêk anîne nas bikin."  Taz Paşa îşaret bi girîngiya yekitiya refê û piştgiriya hêzên gerîla kir û ev lê zêde kir:"Divê Kurd yek rêz bin û piştgiriya hêzên gerîla bikin."

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif diyar kir ku Hêzên Parastina Gel hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina rûbereke berfirehtir ji xaka Başûrê Kurdistanê, da ku Osmaniya nû zindî bike, têk dibe û îşaret bi planên Tirkiyê yên dagirkeriya berfireh kir ku armanc jê qirkirina Kurd û têkbirina vîn û têkoşîna wan e.

Perwîn Yusif ev nirxandin kir:"Dewleta dagirker Tirk li dijî gelê Kurd siyaseta qirkirinê dide meşandin û li dijî wan komkujiyan pêk tîne, wekî li dijî gelê Ermen, Suryan û Asûr û pêkhateyên cuda yên li Rojhilata Navîn pêk anî."

Perwîn Yusif destnîşan kir ku êrişên dagirkerî û qirkirinê ya li diî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê tevahiya Kurd û destkeftiyên wan dike armanc û ev xal li gotina xwe zêde kir:"Ne tenê Partiya Karkerên Kurdistanê û gerîla dike armanc, lê berxwedana ku hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê dide meşadin ji Tirkiyê re isbat dike ku ew nikare gelê Kurd înkar bike yan jî têk bibe."

Perwîn Yusif diyar kir ku gerîla parastina gel dike û got:"Gerîla parastina gel dike, hêzên Parastina Gel in, tê bîra me dema parastina gelê Şengalê, Kobanê û Kerkûkê kir, ev jî tê wateya ku teror û zilm li ku derê be li pêşiyê disekinin/ li ber xwe dan."

Perwîn Yusif banga hevgirtinê kir û got: "Di vê dema hestiyar de hevgirtin û hevkarî tê xwestin, da ku sînorekî ji êrişên Tirkiyê yên domdar re were dayîn. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê û tevahiya hêz û partiyên Kurdistanê li dijî vî şerê zalim bisekinin, ji ber ku ne tenê aliyekî  dike armanc, lê belê ew şerê qirkirin û dagirkeriyê ye ku hemû kurdistaniyan dike armanc, her wiha hebûn û destkeftiyan wan ên li seranserî welatê me yê dayikê Kurdistanê jî dike armanc."

Di dawiyê de Perwerîn Yusif bang li civaka navneteweyî kir  ku rêxistin û komîteyên peywendîdar bişîne herêmên ku ji aliyê dewleta dagirker ve bi çekên qedexekirî têne bomebebarankirin da ku rastiyan bibîne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sYHgxPAQL28" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>