​​​​​​​‘Em bi hêzên xwe bawer in û dê dagirkeran tune bikin mîna ku li Garê kirin’

Jinên li Helebê û navçeya Dirbêsiyê anîn ziman ku ew piştgiriya gerîlayan dikin û diyar kir ku gerîla dê dagirkeriya Tirk têk bibin.

​​​​​​​‘Em bi hêzên xwe bawer in û dê dagirkeran tune bikin mîna ku li Garê kirin’
18 gulan, 2021   06:16
NAVENDA NÛÇEYAN -HENAN MIHEMED-OLVA HEC MENSÛR

Ji 23`yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, bi taybet herêmên Zap, Metîna û Avaşînê. Gerîlayên HPG û YJA Starê li hemberî wan êrişan li ber xwe didin.

Jinên li bajarê Helebê û navçeya Dirbêsiyê ji ANHA`yê re axivîn û got ew piştgiriya şervanan dikin.

‘YEKITIYA KURDÎ BERSIVA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ YE’

Mewlûde Silêman êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: “Delweta Tirk bi van êrişan armanc dike vîna gelên li Kurdistanê bişkîne û wan parçe bike. Lê ew nikare ji ber ku gel fikirê rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye bingeh. Baweriya me bi HPG`ê heye.”

Mewlûde teqez kir ku berxwedana wan berdewam e û gotina têkoşer Mezlûm Dogan bi bîr xist û got: “Berxwedan jiyan e, vîna gelê şoreşger ê li taxa Şêxmeqsû li hemberî êrişên çeteyên dewleta Tirk bi ser ket.”

Mewlûde di dawiyê de got pêwîst e yekitiya kurdî pêk were heta ku dagirkerî tune bibe.

Ruha Hemdî jî diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan doza Kurd, felsefeya rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk dike hedef ku ne ji berjewendiyên dewletên kapîtalizm e.

Ruha wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk ji ber ku li Garê û Heftanînê bi bin ket, êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Lê çi ji me bê xwestin em ê bikin da ku van êrişan bisekînin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

Her wiha Ruha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku xetereya qonaxa heyî nas bike û êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestîne.

Şêniya bi navê Emîne Mihemed da xuyakirin ku civaka navneteweyî bi dewleta Tirk re di pêkanîna sûcan li dijî gelên herêmê de şirîk e.

Di heman demê de Emîne rave kir ku ew di wê baweriyê de ye  ku HPG`ê li hemberî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo tunekirina Kurdan li ber xwe dide û got ew piştgiriya HPG`ê dikin.

‘EM DESTEKA BERXWEDANA ŞERVANAN DIKIN’

Merdiye Xelîl a ji Dirbêsiyê îşaret pê kir ku dîroka gelê Kurd tijî komkujî ne, lê ruxmî wê jî li ber xwe da û ji bo doza xwe xebitî, helbet dê rojekê bi ser keve û axa Kurdistanê bibe yek.

Hemîde Îso jî got: “Dewleta Tirk a dagirker dijminê yekemîn ê gelê Kurd e. Komkujî li dijî wî pêk anîn û hemû nirxên mirovahiyê bin pê kirin.”

Hemîde di dawiyê de ev yek destnîşan kir: “Em bi gerîla re ne, em dizanin ku serkeftin dê para wan be. Mîna ku çawa dewleta Tirk li Garê bi bin xist, dê li Avaşîn, Zap û Metînayê jî dagirkeriyê têk bibin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8-Med3ZBcUU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nU3Y0fVkoXk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>