​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan gihişt Girkê Legê

Meşa dirêj a Tevgera Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan gihişt navçeya Girkê Legê û ji aliyê şêniyên navçeyê ve hate pêşwazîkirin.

​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan gihişt Girkê Legê
17 gulan, 2021   20:09
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca piştgiriya Pêngava Bazên Zagrosê, berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana girtî di girtîgehên Tirkiyê de, duh yekşemê dest bi meşeke 3 rojan kir. Meş ji bajarê Qamişlo dest pê kir.

Bi sedan ciwanên ji seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî meşê bûn û îşev gihaştin navçeya Girkê Legê. Ciwan ji aliyê şêniyên ve hatin pêşwazîkirin û sloganên"Bijî berxwedana Hêzên Parastina Gel ên li dijî artêşa Tirk li ber xwe didin û na ji tecrîda li ser rêber Ocalan" berz kirin.

Meş dê sibe sibeha ber bi navçeya Dêrikê ve berdewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Mx80cIqI3cw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>