​​​​​​​'Ciwanên Minbicê piştgiriyê didin Pêngava Bazên Zagrosê'

Ehmed El-Cemîlî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku hemû hewldanên pêkanîna azadiyê têk bibe û got: "Em rê nadin ku armanca xwe pêk bîne, em ê heta kêliya dawiyê li ber xwe bidin. "

​​​​​​​'Ciwanên Minbicê piştgiriyê didin Pêngava Bazên Zagrosê'
18 gulan, 2021   04:13
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

23`yê Nîsana derbasbûyî artêşa Tirk a dagirker êrişên dagirkirinê li dijî Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Ev êriş di nava bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê de didomin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda ev êriş têne şermezarkirin û piştgirî bi berxwedana gerîlayan a li hemberî van êrişan tê dayîn. Li aliyekî din jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo piştgiriya bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re seferberiya giştî ragihand.

Li Minbicê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger seferberiya giştî ragihand. Di vê çarçoveyê de 10`ê vê mehê meşek hate lidarxistin.

Der barê mijarê de Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  li Minbicê Ehmed El-Cemîlî bernameya tevgerê ji ANHA'yê re eşkere kir û diyar kir ku dê belavok werin belavkirin, sînevîzyon werin pêşandan û semîner û panelan jî werin lidarxistin.

Ehmed El-Cemîlî piştrast kir ku seferberiya giştî di çarçoveya piştgiriya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî faşîzma Tirkiyê û sûcên wê de pêk hatiye.

El-Cemîlî da zanîn ku faşîzma dewleta Tirk bi rêya van sûcan dixwaze wendahiyên ku li Garê dîtiye vegerîne û berxwedana gelê azadî, têkoşer û banga azadiyê têk bibe.

El-Cemîlî destnîşan kir ku planên dewleta Tirk qirkirina gelê azadîxwaz, vê jî bi rêya rêbazên qirêj pêk tîne û dewletên hevalbend jî di pêkanîna planan de pê re dibin hevkar.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbic û gundewarê wê  Ehmed El-Cemîlî bi van xalan dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî ciwanên şoreşger li dijî faşîzma Tirkiyê seferberiya giştî radigihînin, dewleta Tirk hewl dide hegemoniya xwe li herêmê ferz bike  da ku desthilata Osmanî zindî dibe. Lê em ê rê nedin wê ku erêdn me dagir bike û li ser hesabên gelên me qada dagirkeriyê berfireh bike û em ê radest nebin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Nb08pLiXD60" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>